Dê di 8'ê Adarê de jiyan rawest e! 2017-03-04 09:16:45 TEKIRDAG - Jinên ku dê di 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de bi dirûşmeya "Çeka me piştevaniya me ye" bi gelek çalakiyan grevê bikin, dê li qadan bin. Ji Piştevaniya Jinê ya Narê Kubra Yilmaz wiha got: "Ev grev watedar e û dibe bibe destpêka her tiştî." Jinên ku dê di 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê yên Kedkar bi dirûşmeya "Çeka me piştevaniya me ye" têkevin rê, dê bi "Greva 8'ê Adarê ya Jina ya Navnetewî" (International Women’s Strike, IWS) ku li 30 welatî amadekariyên wê hatine kirin, jin li her qadê jiyanê rawestînin. Dê li van welatan grev pêk bê: Arjantîn, Avustralya, Bolîvya, Brezîlya, Şîlî, Kosta Rîka, Komara Çekê, Ekvador, Îngîltere, Fransa, Almanya, Guatemala, Honduras, Îzlanda, Îrlanda Bakur, Komara Îrlandayê, Îsraîl, Îtalya, Meksîka, Nîkaragûa, Perû, Polonya, Rûsya, Salvador, Îskoçya, Koreya Başûr, Swêd, Togo, Tirkiye, Ûrûgûay û DYA". Di greva ku dê jinên Tirkiyeyê jî piştevaniya wê bikin de, dê sernaseriya rojê li mal û kargehan hilberîn û xizmet bê rawestandin. Di greva qismî ya saetekê an jê 2 saetan dê kar bên rawestandin de; heke derfetên rawestandina kar tune be, dê çalakî bi veguhastina sembolên reş an jî mor (kinc, qurdele hwd.) bên kirin û dê bi vî awayî kargehên ku bi awayekî zayendî û reklamwarî nêzî karkeran dibin bên boykotkirin. Dê li gor şert û mercên welatan grev bi girtina kolan û kuçeyan, nobetan û meşan û hwd. bê lidarxistin. ‘WERIN EM HER DERÎ MOR BIKIN' Ji Piştevaniya Jinê ya Narê ya Tekirdagê Kubra Yilmaz, diyar kir ku jin tenê ne li malan, li her qadên jiyanê hene û got, ew ê di 8'ê Adarê de li dijî rolên li wan tên ferzkirin li kuçeyan bin. Yilmaz wiha axivî: "Jin tenê ne dayik in, ne aşpêj in. Yên rastî tacizê tên, yên ducanî dibin em in. Ji ber em ducanî ne ferzkirina 'nikare derkeve kuçeyê' li me tê kirin. Girseya ji wan re tê gotin 'sê zarokan biwelidînin' em in... Ji ber pêvajoya li me tê ferzkirin wisa ye, em dixwazin lili kuçeyan dixwazin nêvengeke ku bi rihetî bikaribin gotina xwe bibêjin, bi rihetî bikenin, bi rihetî li xwe bikin biafirînin. Ji ber jin tenê vana li kuçeyan pêk tînin, divê em li kuçeyan bin. Wek hebinarkan em li her derî ne û werin em her derî mor bikin." ‘EV GREV WATEDAR E Û DIBE KU BIBE DESTPÊKA HER TIŞTÎ' Yilmaz, da zanîn ku ew ê jî piştevaniya greva mezin a 8'ê Adarê bikin, lê divê ev fikra grevê tenê bi 8'ê Adarê re neyê sînorkirin û got, bereksê vê divê her roj atmosfera grevê hebe. Yilmaz ji bo beşdarbûyîna grevê wiha bang li hemû jinan kir: "Em ê li her derî karên xwe nekin. Mînak, em ê wê rojê karên malê nekin. Ji xwe karê li malê neyê me ye! Ev grev watedar e û dibe bibe destpêka her tiştî. Ez bi vê bawerim. Divê jinên Tirkiyeyê bi awayekî topyekûn beşdarî wê bibin. Em baş dizanin dema ji destê xwe ji her tiştî vekêşe, dê her tişt xweş nebe. Divê her kes vê baş bizanibe. Em her derî mor bikin. Divê hemû jin beşdarî vê grevê bibin, bang li hemû jinan dikim dev ji hemû karan berdin. Dema em nebin dê cîhan ji cihê xwe bileqe. Di 8'ê Adarê de em li qadan bin û em destê xwe ji bo îsyanê vebikin."