'Heta em dengê xwe dernexin em ê tim rastî taciz û tecawizan bên’ 2017-03-05 09:08:28 MANÎSA - Zuhal Guneş a li Organîze Saniyaya Manîsayê rastî taciza gerînendeyê Valfsel A.Ş.’yê hat û ji kar hat derxistin, li ber fabrîkeyê piştî nobeta bi rojan doza îadekirina kar qezenc kir. Guneş wiha got: “Heta em dengê xwe dernexin em ê tim rastî taciz û tecawizan bên.” Zuhal Guneş a li Vasfel A.Ş. ya Organîze Saniyaya Manîsayê wek sekreter dixebitî, pêşî rastî taciza gerînendeyê xwe hatibû û ji ber giliya gerînende kiribû ji kar hatibû derxistin. Piştî ji kar hat derxistin, Guneşê tevê Platforma Em ê Cinayetên Jinan Rawestînin bi rojan nobet girt û piştî berxwedaneke nêzî 50 rojan doza “îadeya kar” a li şîrketê vekir qezenc kir. Dê Guneî ji ber neheqiya rastî wê hatiye tazmînatê û meaşê ku di vê pêvajoyê de wernegirtiye bistîne. DOZA TACIZÊ DIDOME Dema çalakiya nobetê ya Zuhal Guneşê didomiya, dozgeriyê îdia kiribû ku “delîlên heyî têr nakin” û biryara neşopandina dozyeya tacizê dabû. Li ser vê Guneşê tevî Platforma Em ê Cinayetên Jinan Rawestînin îtirazî vê biryarê kirin û 2’yemîn Dadgeha Cezayê Sulhê ya Manîsayê dubare doz vekir. Di rûniştina ewil de guhdariya şahidan hat kirin û doz taloqî 6’ê Nîsanê hat kirin. Dê di rûniştinê de guhdariya şahidan bê kirin. 'DEREWÊN HÊLA DIN DERKETIN HOLÊ’ Guneş têkildarî qezenckirina dozê wiha got: “Me rastî digotin. Derewên hêla hember derketin holê. Sûcên îthamî min dikirin, qaşo min razên şîrketê ji kesên sêyemîn re ragihandiye. Lê têkildarî vê tu delîlên wan tune ne. Madeya ku fermiyetê min ji kar avêtin jî madeyeke cuda bû. Bi îdiaya ‘rêveberên şirketê biçûk xistiye’ min ji kar avêtin. Min rastî gotin û bi ser ketim.” Guneş, balê kişand ser piştevaniya jinê û wiha axivî: “Faktora herî girîng jî, piştevaniya jinê bû. Li gelek deverên Tirkiyeyê bi awayekî hevwext ji bo min çalakî hatin lidarxistin. Yekîtiya jinan û piştevaniya wan girseyek çêkir. Bandora vê zêde bû.” 'JINAN NÎŞAN DA KU EZ NE BI TENÊ ME’ Guneş, behsa pêvajoya xwe kir û diyar kir ku, bi awayekî derûnî rastî rojên zor û zehmet hatiye û wiha domand: “Ji bo min pêvajoyeke zehmet bû. Di serî de malabata min, gelek mirov alîkarî kirin. Bavê min ê 72 salî her roj hat çalakiya li ber fabrîkayê. Ev zaf girîng bû, çimkî di wê pêvajoyê de bi tenê hatim hiştin. Hevalên min ên fabrîkayê, her kes bi ser min de hat. Me rojên tengavî derbas kirin. Deynê min ê krediyê hebû. Ez ji hevjînê xwe veqetiyame û bi tena serê xwe di zarokan didim xwendin. Rastî tengasiyên amdî hatim. Li aşxaneyan xebitîm, min paspas kir û qet ji ber vê min şerm nekir. Jiyana min bi awayekî dewam kir. Çimkî piştevaniya jinê hebû. Li çar aliyên Tirkiyeyê jinan nîşan da ku ez ne bi tenê me.” Guneş, diyar kir ku doza tacizê didome û wiha got: “Qezenckirina doza îadeya kar ji bo min baş bû. Wisa tahmîn dikim dê bandorê li dozên din jî bike. Di wê dozê de jî derewên wan dertên holê.” 'TÊKOŞÎN HÊZ DA GELEK JINÊN RASTÎ TACIZÊ HATIN’ Guneş, anî ziman ku têkoşîna wê ji bo gelek jinên rastî taciz, şidet û tecawizê hatine bûye cihê wêrekiyê û wiha axivî: “Wisa difikirim min tiştekî zaf baş kiriye. Dema niha lê dinihêrim, dibêjim axirê min deng derxistiye. Belkî jî bûm dengê gelek jinan. Gelek jinên rastî tacizê hatine dibêjin ev hêzek daye wan û ew ê jî giliyê tacizkarn bikin. Bi rastî jî ev piştevanî zaf baş bû. Naxwazim tu kes bêdeng bimîne, divê her kes dengê xwe derxîne. Heke jin dengê xwe derxînin dê careke din tiştekî wisa neyê serê jinekê. Bi vê bawer im. Heke em bêdeng bimînin û deng dernexînin, mixabin dê jin dîsa rastî van tacz û tecawizan bên.” Guneş, bang li hemû jinan kir da di 8’ê Adarê de li dijî şidet, taciz û tecawizê dakevin qadan û herî dawî wiha got: “Bijî têkoşîna jinan. Têkoşîna jinên bi keda xwe dixebitin ne bi tenê ye. Hûn hêza têkoşîna bi hev re dibînin. Dê jin ji bo mafên xwe her bitêkoşin.”