Jinan li dervê welat rêxistina RONAK ava kirin 2017-03-05 12:12:53 NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên ji Rojhilatê Kurdistanê yên li Swêdê dijîn, rêxistina bi navê ‘Ronak’ ava kirin. Jinên Rojhilatê Kurdistanê yên li Swêdê dijîn, rêxistina bi navê ‘Ronak’ ava kirin. Jinên Rojhilatê Kurdistanê 1'emîn kongreya xwe li Stockholmê li dar xistin. Jinan diyar kirin ku ji bo çareseriya pirsgirêkên jinên Rojhilatî yên li Swêdê û Îranê dijîn, her wiha ji bo destekkirina jinên li Rojhilatê Kurdistanê dijîn, pêwîstî bi rêxistinbûneke nû heye. Jinan biryar dan, vê rêxistinbûna xwe li Swêd û giştiyê Ewropayê belav bikin. Di 1'emîn kongreya Ronak de, êrîşên AKP û PDK'ê yên li dijî Şengalê hatin şermezarkirin û bang li rêveberiya herêmî ya Kurdistanê û serokê PDK'ê Mesûd Barzanî hat kirin ku bi lez êrîşên xwe bisekinîne. Di kongreyê de ji bo rêveberiya Ronak Nîgîn Watanî, Xezal Aliyalî, Peyman Hasan, Aliye Rehmanî, Viyan Alîpûr, Kanî Berzencî û Şîne Qelenderî hatin hilbijartin.