Têkoşîna 3 jinan a li dijî zahmetiyên penaberiyê 2017-03-06 09:09:37 QERS - Sê jinên ji Sûriyê koçî Qersê bûn, di xaniyê 3 odeyan de tevî 15 kesan li dijî serma û zahmetiyên penaberiyê têdikoşin. Li aliyekî tekoşînê didin ku kîraya xanî ya 300 TL bidin, li aliyêdin, têkoşîna parastina zarokên xwe didin. Ji ber ketine derdê têkoşînê 8'ê Adarê ji bîr kirine. Li Sûriye piştî şerê navxweşî dest pê kir, bi hezaran welatî koç kirin û li bajar û welatên cuda bi cih bûn. Bi hezaran hatin bajarên ser xetê bi cih bûn. Penaberên Sûriye yên herî zor û zahmetiyê dijîn jin in. Jinên penaber Cemile Almostofa, Havin Şixo û Mehe Mustafa, ku ji Sûriye koçber bûn hatin li Qersê bi cih bûn. Jinên li Qersê bi cih bûn, li xaniyekî biçûk ê 3 ode bi cih bûn û 15 kes bi hevre dijîn. 3 jinên ku di xaniyê 3 ode yê li taxa Kaleiçi bi cih bûn, ketine nava têkoşina ku zarokên xwe germ bikin, kiraya xanî ya 300 tl bidin û debara zarokan bikin. Di van rojên ku li hemû cîhanê 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê tê pîrozkirin de 3 dayik ji 8'ê Adarê bê agahî ne. Jin ji ber koçber bûne ketine derd û fikarên parastina zarokên xwe û hev hembêz dikin. YÊN ŞER DERDIXIN MÊR E, YÊN MEXDÛR DIBIN JIN E Jina 55 salî Cemîle Almostofa ku şer bandorek mezin li ser wê kiriye, diyar kir ku di dîrokê tu şer bi destê jinê pêş neketine û hemû şer bi destê mêr pêş ketine. Almostofa anî ziman ku ji ber şer bi hezaran kîlometre ji axa xwe koç bûne û hatine li vir bi cih bûne û wiha got: "Piştî di sala 2011'an de şer dest pê kir em koç bûn. Em ji wê demê heta niha di rêya koçberiyê de ne. Em bi hevîya ku em dê 5 mehan li Tirkiye bimînin û dîsa vegerin axa xwe em hatin Tirkiye. Lê sal derbas bûn hêj şer neqediya ye û hêj em venegeriya ne ser axa xwe. Em ji Wanê hatin Qersê. Me zivistan di sermaya 40 pîle de derbas kir. Me li gel vê sermaya zêde komir peyda nekir." ‘JI BER EM JI SÛRIYÊ HATIN KESÎ XANÎ NEDAN ME' Almostafa anî ziman ku ew hatin bajarê ku ji zimanê wî biyanî ne û wiha got: "Em bi rojan li xaniyên kirê geriyan. Ji ber ku em ji Sûriye hatin kesî xanî neda me. Yek jê astengdar 9 zarokên min hene. Kurekî min li Kobanê dema li dijî DAİŞ’ê şer kir jiyana xwe ji dest da. Kurekî min bi bombeyê seqet ma. Di sermaya Qersê de êdî bêtir nikare li ser piyê xwe bimeşe. Mirayê min li Efrîşê şer kir û jiyana xwe ji dest da. Birayê min Mustafa rojekê li mala xwe bi bombeyê birîndar bû. Kurê min ê birîndar divê emeliyat bibe. Lê ji bo tedawiyê 4 hezar tl dixwazin. Ji bo keça min Dunya bixebite min şand maxazayê. Lê lê rojene 15 tl dide wê. Patronê wê jêre gotiye 'Tu bibe heskiriya min. Bila her kes derkeve em bi hevre biçin çayê vexwin' Em li Sûriyê hatin kuştin em naxwazin li vir jî bên kuştin. Xaniyê me xera bû. Tu tiştê me nema. Wîjdanê mirovan nemaye. Kurê min mehekê li vir xebitî lê pereyê wî nedan wî. Em mehê 300 lira kirêya xanî didin. Em rojê 2 torba komir dişewitînin. Torbeyê komirê bi 25 tl ye. Ji walîtiyê hatin wêneyê xanî kijandin û çûn. Ewropa pere dan Tirkiye da ku pereyan bide penaberan. Lê pere nadin me. Rojekê kalê 80 salî hatiye dibêje 'Zilamê te tune ye? Ez te bibim otêlê'. Em koç bûn û ketin vî halî. Ji bo em ji Sûriye hatine kes xanî neda me. " POLÎS DIBÊJIN 'BICEHIMIN BIÇIN SÛRIYÊ' Jina 32 salî Mehe Mustafa jî diyar kir ku wê hemû xizmên xwe di şer de winda kir û wiha got: "Ez 7 meh ducanî me. 4 zarokên min hene. Xamiyê min hat bombe kirin. Kurê min û hevserê min li kolanê man. Hevserê min bi mehan kar kir, lê heqê wî nedan wî. Neçar im biçin pêş mizgeftan. Polîs bêyî li halê min ê ducanî binere bi çepilê min digire û min davê derve. Polîs dibêjin 'Bicehimin biçin Sûriyê." Jina 49 salî Havin Şixo jî anî ziman ku di şerê li Kobanê de koç kirin û hatin vir û wiha got: "Em ji ber êrîşên DAÎŞ'ê reviyan hatin. Şer em ji hemû hezkiriyên me dûr xistin. Kurekî min ji aliyê DAÎŞ'ê ve hat kuştin. Hevserê min Murteza Şixo piştî kuştina kurê xwe nexweş ket û mir. Em ji şer reviyan em ketin nava şer. Ji bilî Cemile nasê min tune. Ez li gel wan dijîm. Niha ne komira me heye û ne xaniyê me heye. Em li Qersê ji serma di qefilin û di qerizin."