Ji girtiyên jin peyama 8'ê Adarê 2017-03-07 10:19:23 ESKÎŞEHÎR - Girtiyên jin ên li GirTîgeha Eskîşehîrê bi riya malbatên xwe peyama 8'ê Adarê şandin. Girtiyên jin ên li Girtîgeha Tîpa H a Eskîşehîrê bi munasebeta 8'ê Adarê Roja Jinan a Cihanê peyam şandin. Girtiyên jin ên ku bi riya malbatên xwe yên çûn hevdîtinê peyam şandin di peyama xwe de wiha gotin: "Îro li Rojava li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê pêşengên têkoşîna me îradeya jinan e. Em têkoşîna we jinên ku hebûna herî bi rûmet û hilberîner a xwezayê ne silav dikin û li ser vî esesê 8'ê Adarê Roja Jinan a Cihanê pîroz dikin."