'Niha dema gotina 'Na' ye 2017-03-07 11:40:08 ESKÎŞEHÎR - Nûnerên saziyên jinan ên Eskîşehîrê bi gotina "Niha tam dema 'Na' ye" xwestin hemû jin di 8'ê Adarê de beşdarî mîtîngan bibin û dengê "Na" bilind bikin. Jinan diyar kirn ku bi hevre bêtir bi hêzin û dê bi hevre bi ser bikevin. Jin, bi minasebeta 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê dadikevin qadan û dengê xwe bilind dikin. Li Eskişehirê jî bi minasebeta 8'ê Adarê jin dê li qada Espark a AVM'ê kom bibin û heta herêma Adalarê bimeşin. Jin piştî li herêma Adalar kom bibin dê li vir mîtingê pêk bînin. Jinên amadekariyên xwe yên mîtînga 8'ê Adarê berdewam dikin, bang li hemû jinan kir ku beşdarî mîtîngê bibin. Nûnera Jinên Ciwan ên Azad (OGK) ên Eskişehirê Neslihan Solmaz, diyar kir ku li dijî jinan êrîş zêde bûne û wiha got: "Bi pergala yek zilamî dixwazin li ser bedena me biryarê bidin. Em ji vê yekê re dibêjin "Na" Yên bêjin "Na" em jin bi xwe ne. Niha tam dema gotina "Na" ye. Divê hemû jin dakevin qadan û bêjin "Na". Divê em hemû qadan dagirin û beşdarî mîtîngê 8'ê Adarê bibin. " 'DIVÊ EM BI HEMÛ ALIYAN TÊBIKOŞIN' Endama Platforma Em Dê Cînayetên Jinan Rawestînin Buşra Gundogdu da, jî anî ziman ku bi her alî tundiya li dijî jinan zêde dibe û xwest li dijî dijminantiya jinan a ku her roj zêde dibe bi hemû mekanizmayan re têbikoşin. Gundogdu, anî ziman ku ji bo ji vê tabloya bê xêr rizgar bibin divê ji her demê bêtir têbikoşin û her kes dakevin qadan û bêjin "Na". 'JIN BI HEVRE BÊTIR BI HÊZ IN' Nûnera Tevgera Jinên Demokratik (DKH) ya Eskişehirê Sevilay Derman jî bang li hemû jinan kir û xwest dakevin qadan. Derman xwest jin ji bo nasname, û amfê jiyanê dakevin qadan û wiha got: "Divê em li dijî çîna mêtînger a dixwaze serdestiyê li ser mafê me yê jiyanê, nasname û bedena me pêk bîne bêtir dakevin qadan û têbikoşin. Jin li dijî mêtîngeriya li ser nasname û bedena xwe dibêjin "Na". Em têkoşîna hevpar a jinê pir bi qîmet dibînin. Heta ku em bi hevre nebin yek û bi hevre tênekoşin em nikarin destkeftiyên xwe bigirin. Ji ber vê yekê divê jin bibin yek. Jin dê bi hevre bi ser bikevin. Em bi hevre bi hêz in û em dê bi hevre bi ser bikevin."