Koma Erbane ya Mizgîn ji bo newayên 8'ê Adarê hat avakirin 2017-03-07 11:58:02 AMED - Koma Erbane ya Mizgîn a ku jinên hatin cem hev bi munasebeta 8'ê Adarê ava kirin diyar kirin ku ew ê stranên xwe ji bo jinan bistrên. Ji pîşeyên cuda 7 jinên ku hatin cem hev bi munasebeta 8'ê Adarê Roja Jinan a Cihanê, Koma Erbane ya Mizgîn ava kirin. Komê ji Gurbet Aydin (Mizgîn) a ji damezirînerên Koma Berxwedanê bû îlham girtiye. Jinan sedema ku çima navê komê danîne Mizgîn bi gotina "Hozan Mizgîn ewil jinek, şoreşgerek û hunermendek bû. Nûnera dîroka herî bi êş a jina kurd bû. Êşîn jinan, pêkûtiyên ku rû bi rû bi mane, zilma tu dîtine, girêdana wan a bi nirxên xwe, girêdana zayend û civaka xwe bi awayeke xurt di şexsiyeta xwe de nîşan dida û ev yek di newayên xwe de jî nîşan da. Mîrateya ku ji bo me hiştiye gelek mezin e. Em dixwazin xwedî li vî mîrateyê derkevin" vegotin. Ji endamên komê Mizgîn Daghan jî sedema avakiriha komê wiha anî ziman: "Em kedê didin cihanê û çerxê em dizivirînin. Wê demê divê em xwedî li keda xwe derkevin. Ger ku hemû kes li cihê xwe deng bide dê piştevaniya me ya jinan xurt bibe û mezin bibe. Me jî bi karê xwe yê muzîkê ve xwest hêzê bidin vî piştevaniyê." 'GELEK BEDEL HAT DAYÎN' Daghan diyar kir ku êdî ew naxwazin dor bê kesekî din û wiha got: "Zarok mirin, ciwan, jin mirin. Gelek bedel hat dayîn. Êdî bila bi dawî bibe." Daghan got ku jin dê di 8'ê Adarê de bi hevre li qadan bin û wiha axivî: "Ger ku hûn dixwazin civakê biguherînin divê ewil jin xwe biguherînin. Ger ku em azadiyê dixwazin divê em îradeya xwe ya azad nîşan bidin. Ji bo vê yekê jî divê em li qadan di 8'ê Adarê de newayên xwe bi jinan re bibêjin û têkoşîna xwe xurt bikin."