Jinan li ber deriyê mohrkirî soza 'nivîsandina rastiya' dan 2017-03-08 13:16:58 STENBOL - Rojnamegerên jin ên bi boneya 8'ê Adara Roja Jinên Cîhanê li ber deriya mohrkirî ya rojnameya Ozgur Gundemê hatin ba hev soza "nivîsandina rasiyan" dan. Xebetkarên jin ên Modernîteya Demokratîk, Ozgurlukcu Demokrasî, şujin, dîhaberê bi boneya 8'ê Adara Roja Jinên Cîhanê di taştê de hatin ba hev. Rojnamegerên ku piştgirî dan greva navneteweyî ya jinên a li gelemperiya Cîhanê pêk tê bal kişandin ser giringiya 8'ê Adarê û pirsgirên rojnamegerên jin pê re rû bi rû ne nîqaş kirin. Rojnamegerên jin peyama têkoşîna hevpar dan çûn ber deriyê rojnameya Ozgur Gundema di çarçoveya KHK'ê de hatibû mohrkirin û li vir daxuyaniyek dan. Rojnameger Gunay Aksoy li ser navê Însiyatîfa Rojnamegerên Azad daxuyanî da û wiha axivî: "Keda rojnamegerên hatin qetilkirin li vê avahiyê heye. Di rojeke wiha girîng de bîranîna van kesan deynê stûyê rojnamegerên jin e." Aksoy balkişand rewşa rojnamger Nûjiyan Erhan a li Şengalê dema êrîşa hêzên çekdar a girêdayî PDK'ê de birîndar bûbû jî û wiha berdewam kir: "Me dengê jinên Şengalê bi saya van rojnamegerên jin bihîst. Em ê li hember qetilkirina rojnamegerên jin û êrîşa li hemberî rojnamegerên jin têbikoşin. Dê çapemeniya Azad her rastiya binivîse." Piştî daxuyaniyê rojnamegerên jin li ber avahiya mohrkirî wêne kişandin.