Şaredariya CHP'î di 8'ê Adarê de 3 jin ji kar derxist 2017-03-08 13:28:46 STENBOL - Şaredariya Ataşehirê ya CHP'ê di 8'ê Adara Roja Jinên Cihanê de 3 jin bi hinceta "dijberî rewşa niyeta baş û sincê" ji kar dûrxist. Şaredariya Ataşehirê ya Partiya Gel a Komarê (CHP) duh 3 xebatkarên jin ên bi navê Suzan Demir, Burcu Ozdemir û Yagmur Çetin ji kar derxist. Suzan Demir a di beşa Têkiliyên Gel û Çapemeniyê de dixebitî û ji kar hat dûrxistin da zanîn ku bi awayek devkî biryar ji wê re hatiye ragihandin. Demir destnîşan kir ku "neanîna hewcehiyên kar" di serî de wek hincet hatiye nîşandan û piştre jî hincet wek "dijberiya rewşa niyeta baş û sincê" hatiye guhertin.