Guven: Em dê vê baharê bikin bahara kurdan 2017-03-08 15:10:46 AMED - Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, di mîtînga 8'ê Adarê ya Amedê de diyar kir ku ew dê di 16'ê Nîsanê de li dijî hişmendiya yekperest û destê dirêjî jinê dibin biçin ser sindoqê û bêjin "Na" û wiha got: "Jinan qadên 8'ê Adarê tije kirin. Dê Qadên Newrozê jî tije bikin. Em dê ve baharê bikin bahara kurda." Tevgera Jinên Azad (TJA), bi hişyariya “Bi Berxwedana Jinê Wê Azadi bi Serkeve" li qada 5'ê Hezîranê (İstasyon) mîtînga fînalê ya 8'ê Adarê pêk anî. Bi hezaran jin bi cil û bergên xwe yên rengîn, silogan û pankartên xwe tev li mîtîngê bûn. Mîtîng bi muzîk û axaftinan didome. Di mîtîngê de Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, Parlamenterên HDP'ê Dîlek Ocalan, Feleknas Uca û Sibel Yîgitalp, Endamên Hewldana Jinê ya Ji bo Aştiyê Meclîsa Dayikên Aştiyê û gelek jinên din amade bûn. Dayikên jinên kurd Sêvê Demir, Pakize Nayir ên li Sîlopyayê hatin kuştin amade bûn. Dayika Sêvê Demir Sakine Demîr, dayika Pakize Nayir Behiye Nayir derketin ser dikê û jin silav kirin. Dîsa dayika Fatma Uyar a hatiye girtin Hatice Uyar jî silav kirin. KES NIKARE JINAN BÊDENG BIKE Axaftina mîtîngê Seroka Komîteya Mîtîngê û Hevseroka HDP'ê ya Amedê Gulşen Ozer axivî. Ozer, anî ziman ku îro ew li qada 5'ê Heziranê ne û ev jî nîşan dide ku kes nikare jinê bêdeng bike û wiha got: "Em hemû jinan bi hurmet û rêzdarî silav dikin. Em Sakîneyan, Leylayan, Fatmayan û Sêvêyan bu hurmeti silav dikin. Jin li vir hemû dibêjin "Na". Piştî axaftina Ozer Koma Folklorê ya NÇM'ê ya Sûrê derketin ser dike. 'HETA JIN AZAD NEBE CIVAK AZAD NABE' Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven jî derket ser dikê û diyar kir ku ew dê di 16'ê Nîsanê de li dijî hişmendiya yekperest û destê dirêjî jinê dibin biçin ser sindoqê û bêjin "Na" û wiha got: "Jinan qadên 8'ê Adarê tije kirin. Dê Qadên Newrozê jî tije bikin. Em dê ve baharê bikin bahara kurda." Guven, anî ziman ku jin li gel hemû astengî û qedexeyan ji 1'ê Adarê heta îro li qadan in û wiha got: "Îro li Êlih, Wan û Enqereyê mîtîng tên lidarxistin. Rêberê herî mezin ê Rojhilata Navîn got 'Heta jin azad nebe civak azad nabe' Birêz Ocalan bi têkîna xwe jin gav bi gav nêzî azadiyê kirin. Ez li vir 8'ê Adarê pîroz dikim. Îro di nava şertên OHAL'ê de ligel hemû astengiyan em dîsa li qadan gihiştin hev. Me îro bi têkoşîna xwe hemû astengî û bend şikandin û em hatin vir. Em astengiyan nas nakin." ‘EM JINÊN ÊZÎDÎ SLAV DIKIN' Guven, destnîşan kir ku her bahar li gel hemû astengî û êrîşan ji nûve zindî dibin û zêde dibin û wiha got: "Ji Clara heta Sarayan, hezar silav ji jinên 8'ê Adarê ava kirin re. Ji jinên Şengalê yên bi destê xwe xendekan digirin û rê li pêş dagirkeriyê digirin re hezar silav Ji jinên li Xerabê Bava û Talatê li dijî êrişan bi ber xwe dan re hezar silav. ‘EV BAHAR DÊ BIBE BAHARA KURDAN' Guven, bal kişand ser jinên girtî û wiha berdewam kir: "Îro jinên diviya bû di nava me de ne, ji ber polîtîkayên faşîzma AKP'ê girtî ne. Ayla Ata Akat, Sebahat Tuncel, Figen Yüksekdag, Çaglar Demirel, Selma Irmak, Gultan Kişanak, Meral Daniş Beştaş, Gulser Yildirim û hemû girtiyên azadiyê em bi hurmetî û rêzdarî silav dikin. Em 8'ê Adarê li wan pîroz dikin. Em ji Amedê bang dikin û dibêjin dê di nava demek kurd de ev hevalên me di nava me de bin. Em di pêvajoyek dijwar re derbas dibin. Li Rojhilata Navîn xwîn tê rijandin. Em dibêjin em dê di pêşengiya jinan de azadî û aştiye pêş bixin. Hêza me ya em aştiyê pêş bixin heye. Li gel hemû tiştan îro jinan qad tije kirin û 8'ê Adarê pîroz dikin. Em dê qadên Newrozê jîe tije bikin. Ev bahar dê bibe bahara kurdan. JIN HELWESTA KDP'ê QEBÛL NAKIN Guven, bal kişand ser Yekîtiya Neteweya Kurd û wiha got: "Em dê yekîtiya kurdan ava bikin. Jinên ku Şoreşa Rojava pêş xistin dê li her derê şoreşa kurdan pêş bixin. Em jinên ku şoreş pêş xistin em wan silav dikin. Aştî dê di pêşengiya jinan de pêş bikeve. Hêzên serdest dê li têkoşîn û vîna jinê biqelibin û paşve vegerin. Êdî AKP xelas bûye. MHP ji bo înkar û îmhaya kurdan bi AKP'ê re îtîfaq pêş xist. KDP jî bi AKP'ê re ketiye nava hevkariyê. Em vê helwestê qebûl nakin. Jin dê li dijî vê yekê derkevin. JIN LI DIJÎ DESTDIRÊJIYÊ DIBÊJIN NA Guven, bal kişand ser destdirêjiya îktîdara AKP'ê û wiha berdewam kir: "Em dê di 16'ê Nîsanê de biçin ser sindoqê û bi gotina ‘Na" bersîv bidin. Ji bo em destê dirêjî jinan dibe, ji bo destê dirêjî yekîtya gelan dibe û destê dirêjî mafê azadîya civakê dibe em dê bêjin "Na" Em dê li dijî pêkanînên dijdemokratîk û ji bo siberojek azad bêjin "Na" JI OCALAN RE AZADÎ XWEST Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Dîlek Ocalan jî 8'ê Adarê pîroz kir û wiha got: “Berxwedana Ameda dê xeyalê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk bîne. Dê Ocalan azad bike. Dê bi coşa azadiyê Newrozê pîroz bikin. Piştre hunermend Ozlem Gençer, strana Ahmet Kaya ya “Daglara dogru” sitra. Piştre Parlamenterên HDP'ê yên Amedê Feleknas Uca û Sibel Yigitalp jî axivîn û 8'ê Adarê li jinan pîroz kirin. Herî dawî Hunermend Rojda derket ser dikê û bi stranên xwe girse coşand.