Polîs dowîza 8'ê Adarê 'Tehammula me ji yek zilamî re tune' qetand 2017-03-08 15:32:44 ENQERE - Platforma Jinan a Enqereyê li Parka Kurtuluşê mîtînga 8'ê Adarê pêk anîn. Di mîtîngê de polisan pankarta “Em ji zilaman aciz bûn. Tehammula me ji yek zilamî re tune" qetand. Jinan bertek nişanî polîsan da û pankarta ku polîsan qedant dîsa xistin qadê. Platforma Jinan a Enqereyê li Parka Kurtuluşê bi tevlêbûna sedan jinan mîtînga 8'ê Adarê pêk anîn. Jinên sendîkavan û akademisyen ên hatin ixrackirin jî beşdarî mîtîngê bûn. Dîsa Dayikên Aştiyê, Jinên Halkevcî amade bûn. Jinên HDP, CHP’î jî beşdarî mîtîngê bûn. Jinên ku hatin qadê bi pankart û dowîzên li ser “Na" hatiye nivîsandin. Jinan dîsa pankarta “Ji ne wekhevî, tundî, homofobiye, tacîz, mêtîngerî, tundiya li dijî jinê û şer û OHAL'ê re Na' Jin Hene" vekir. Di mîtîngê de polisan pankarta “Em ji zilaman aciz bûn. Tehammula me ji yek zilamî re tune" qetand. Jinan bertek nişanî polîsan da û pankarta ku polîsan qedant dîsa xistin qadê. BI 3'Ê JINAN PEYAM DAN Mîtîngê ji bo kesên di şerê aştiyê de jiyana xwe ji dest dan deqeyekê rêz girtin. Dîsa ji bo parlamenterên jin ên girtî silav şandin. Platforma 8'ê Adarê bi zimanê kurdî, tirkî, erebî daxuyanî dan. Bi Tirkî Yurdagul Çapat, bi kurdî Sefa Tiken û bi erebî jî Piril Kurtdere peyama mîtingê xwendin. ‘EM DÊ GOTINA XWE YA DAWÎ BI GOTINA NA BÊJIN' Jinan anîn ziman ku wan 158 sal berê ji bo li mafê xwe xwedî derkevin daketin qadan û ji wê rojê heta niha ji bo azadiya mafê xwe li qadan in. Jinan da zanîn ku li dijî hişmendiya mêr pêwiste parastina rewa pêş bixin. Jinan da zanîn ku pergala Serokdewletiyê li dijî mafê jinê ye û wiha gotin: “Divê gotin û mafê jinê jî di qanûna bingehin de hebe. Em dê gotina xwe ya dawî bi gotina 'Na' bînin ziman. PEYAMA YUKSEKDAG HAT XWENDIN Di mîtîngê de peyama Hevseroka Giştî ya HDP'ê Figen Yuksekdag hat xwendin. Di mîtîngê de polisan pankarta “Em ji zilaman aciz bûn. Tehammula me ji yek zilamî re tune" qetand. Jinan bertek nişanî polîsan da û pankarta ku polîsan qedant dîsa xistin qadê.