Li Amedê jinan 'Na' qîriyan 2017-03-09 09:12:51 AMED - Nûnerên sazî û dezgehên gelek saziyên jinên ji her temenî bi deng û rengê xwe beşdarî mîtînga 8'ê Adarê ya li Amedê pêk hat bûn, diyar kirin ku ew ê ji bo siberojên azad bibêjin "Na". Li Qada 5'ê Hezîranê (Îstasyon) a Amedê, bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) bi şîara "Bi berxwedana Jinê Wê Azadî Bi Serkeve" û bi beşdarbûyîna bi hezaran jinî mîtînga 8'ê Adarê hat lidarxistin. Di mîtîngê de têkildarî referandûma 16'ê Nîsanê gelek pankart û dowîzên li ser "Na li her derî ye, çimkî em jin li her derî ne" nivîsandî hatin hilgirtin û vekirin. Jinên ji her temenî bi reng û dengê xwe beşdarî mîtîngê bûn û "Na"yê qîriyan, sedemên çima ew ê di referandûmê de bibêjin "Na" vegotin. ‘JI BO SÊVÊYÊN NÛ NEYÊN QETILKIRIN: NA' Dayika Endama Meclîsa Partiya DBP'ê Sêvê Demir a li navçeya Silopiyayê hat qetilkirin, Sakine Demir a ji navçeya Stewrê ya Mêrdînê hat û beşdarî mîtîngê bû, roja hemû dayikên ku di nêvengên pevçûnî de zarokên xwe winda kirin pîroz kir. Demir, diyar kir ku tenê ne kurd, li dijî hemû gelan êrîş pêk tên û got, li dijî van êrîşan divê hemû gel bibin yek. Demir, bang li hemû gelan kir û wiha got: "Werin em li dijî komkujiyan, qetilkirina jinan, şewitandina gund û bajaran bi yek dengî bibêjin 'Na'. Ji bo Sêvê, Pakîze, Fatma, Mehmet Tunçên nû neyên qetilkirin em ê bibêjin 'Na'." ‘EM Ê BI 'NA'YÊ DENGÊ XWE BILIND BIKIN' Dayika Hevseroka Meclîsa Gel a Silopiyayê Pakize Nayir a li Silopiyayê hat qetilkirin, Behiye Nayir jî diyar kir ku divê hemû jinên cîhanê li dijî çewisandin û êrîşên didomin rabin ser piya û wiha got: "Heta niha her tim zarokên me hatin qetilkirin, hatin girtin. Em ê li dijî vê bibêjin 'Na'." Nayir, bi bîr xist ku Cejna Newrozê jî nêz dibe û wiha axivî: "Îro li gelek deveran jin daketin qadan. Divê di Newrozê de jî hemû jin bên gel hev, qadan tije bikin. Paşê jî em ê roja referandûmê bi 'Na'yê dengê xwe bilind bikin." ‘EM Ê LI HER DERÎ BIBÊJIN 'NA'' Hunermend Berfin Aktay jî AK Partîî bi hemû derfetên dewletê kampanyaya "Erê" bi rê ve dibe û wiha axivî: "Li gel hemû hêz û derfetên wan, dê 'Na'ya ku gel bi derfetên xwe xebatên wê bi rê ve dibin bi ser keve. Em ê li her derî bibêjin 'Na'." JI BO BINPÊKIRINA MAFÊN XWE DÊ BIBÊJIN 'NA' Kedkara tenduristiyê Selma Atabey a bi KHK'ê ji peywirê hat îxrackirin wiha got: "Ji bo rawestandina îxrackirinên derqanûnî, ji bo rawestandina cinayetên jinan û ji binpêkirina destkeftiyên jinan em ê bibêjin 'Na'." ‘DÊ NIKARIBIN ME HEPSÎ MALÊ BIKIN' Jina ciwan a bi navê Roza Bilir jî diyar kir ku ji bo "Na"yê gelek sedemên wan hene û wiha axivî: "Lê ji bo 'Erê'ya wan sedemek jî tune ye. Lê wek jinekê ez dikarim rêz bikim. Bi hezaran sedemên min ê 'Na'yê hene. Em ê li qadan, şarşiyan, kuçeyan û li her derî bin. Nikarin me hepsî malê bikin." ‘EM JI FERASETA WAN RE DIBÊJIN 'NA'' Zelal Bilgin a ji peywirê hat îxrackirin jî wiha got: "Li vê erdnîgariyê beriya rejîma yekzilamî bê talan, mirin û qirkirin heye, lê dema ew bê Xwedê zane dê çi bibe. Tu ewlehiya jinê, ciwanan û karmendan tune ye. Her wiha ya gelan qet û qet tune ye. Em ji talan, nîjadperestî û feraseta vana re dibêjin 'Na'." Jina bi navê Fatma Gulçiçek jî wiha got: "Ji bo gel bi hevdu re bijîn em ê bibêjin 'Na'."