Lîsa Çalan bi înad li dijî astengiyan liber xwe dide 2017-03-09 09:20:20 ENQERE - Lîsa Çalan a di mîtînga 5'ê Hezîranê de bi giranî birîndar lingên wê hatin jêkirin, di 8'ê Adarê de cara 5'emîn emeliyat bû. Çalan, li gel emeliyatên xwe yên zaf giran jî her li ser piya disekine û hewl dide ji nû ve bimeşe, vegera ser karê xwe yê sînemageriyê û dansê bike. Lîsa Çalan. Raya Tirkiyeyê wê ji dema ku di êrîşa bomebeyî ya li dijî mîtînga HDP'ê ya 5'ê Hezîranê de ji her du lingên xwe birîndar bû nas kir. Derhênera sînemayê Lîsa Çalan a di dema êrîşê de 26 salî bû dildarê dansê bû, heta niha 5 caran emeliyat bûye. Ewil her du lingên Çalanê hatin jêkirin, lê li gel vê jî di hemû pêvajoyên xwe yên tedawiyê yên dûr û dirêj diajon de her tim li ber xwe dide. Herî dawî di 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê de li Îbnî Sînayê cara 5'emîn emeliyat bû. Emeliyata dawî giran bû, çimkî ji ber gelek caran emeliyat bûye êdî li hemberî morfînê wucûda wê hesas bûye. ji ber vê bijîşkan Çalanê nexistin xew. Çalanê piştî emeliyatê li nexweşxaneyê bi van gotinan êşa xwe tarîf kir: "Teqînê ji nû ve bi min dan hîskirin." CARA 5'A YE EMELIYAT DIBE Bijîşk diyar dikin ku, ji ber rehikên wê tim dirêj dibin evqas zêde tê emeliyatkirin. Her wiha di emeliyata dawîn de jî raçîngên di hestiyên wê de yên hatine perçekirin jî bi demê re veguherîna gumletekê. Li gel emeliyata lingên xwe, demek berê Çalanê ji guhê xwe jî emeliyat bû. Piştî emeliyata çaremîn daxwaza wê ew bû ku bi protezan bimeşe, lê ev daxwaz hat taloqkirin. Çimkî protez li lingên wê nayên. NIKARIM XWE BIFIKIRIM Li gel van êşên xwe, di hevpeyvîneke xwe ya berê de wiha gotibû: "Li gel vana jî, dema ewqas bûyer diqewimin mirov nikare li xwe bifikire. Welat serobino bûye, veguheriye gola xwînê. Tenê xwefikirandin, ezperestî ye. Taliyê ez jî perçeyekî vê jiyanê me. Ji bo min tenê ne ez, em hene." Dîsa di heman hevpeyvînê de bi ken wiha behsa emeliyata xwe dike: "Dîsa lingên min jêkirin. Hêdî hêdî bi jêkirinê min diqedînin." Çalanê amadekariya beşdarbûna bernameya 8'ê Adarê dikir, lê nexweşxane lê geriyaye û gotiye: "Ji bo emeliyatê amadekarî temam bûne. Divê em te di 8'ê Adarê de emeliyat bikin." DEMA RASTÎ KESÊN QESDA JIYANA WÊ KIRIN HÊZDARTIR BÛ Çalan di wê qenaetê de ye ku kesên êrîşa 5'ê Hezîranê kirine, ya li Enqereyê jî kirine. Dema beşdarî dozên komkujiya Enqereyê bû, her tim digot "Bila kujer li ruyê wê binihêrin." Lîsa, got dema ew rastî wan dihat, xwe hêzdartir hîs dikir. SEDEMÊN 'NA'YA LÎSAYÊ Lîsa Çalan, beriya emeliyatê ji dîhaberê re axivî û bang li hemû jinan kir da di referandûmê de bibêjin "Na". Çalan wiha got: "Ji bo jin bi awayekî azad dakevin qadan, bi rihetî bijîn, ji bo cîhaneke ji şer xalî ez dibêjim 'Na'. Heke piştevaniya me hebe û em nayê derxînin, teqez dê dawî li şer bê." Çalan a got, "Divê em dengê xwe bilind bikin" wiha axivî: "Ji bo êdî bombe bi ser jiyana me de nebarin, ji bo rojên azadtir û ji bo hunereke azadtir bang li her kesî dikim da bibêjin 'Na'."