'Em naxwazin jinên êzidî careke din bibin kole' 2017-03-09 11:53:58 ENQERE - Jinên enqereyî yên êrîşa DAIŞ'ê ya li hemberî Şengalê bi bîr xistin wiha gotin: "Em naxwazin jinên êzidî careke din bibin kole. Barzanî divê li hemberî axa ku êzidiyan û jiyana ku afirandine rêzê nîşan bide." Jinên ku bi munasebeta 8'ê Adarê ya Roja Jinan a Cihanê li Enqereyê derketin qadan li hemberî êrîşên hêzên girêdayî PDK'ê yê ya ku YBŞ/YJŞ bi cih bûye ya Xanesor nerazîbûn nîşan da. Ji jinan Selma Ateş bi bîr xist ku êrîş piştî ku Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Mesut Barzanî hatiye Tirkiyeyê pêk hatiye û wiha axivî: "Di vî êrîşê de rola Tirkiyeyê heye. Dixwazin cih warên ku Şengaliyan bi hev re ava kirine careke din bişikînin. Diyar e ku PDK xizmetî kê dike ji kê fermanê digire. Em naxwazin jinên êzidî careke din ibbin kole. Divê barzanî leşkerîn xwe ji wir vekişîne." Evrîm Ozdemîr jî sekn û berxwedana jinên kurd silav kir û wiha berdewam kir: "Em polîtîkaya Barzanî ya ku dayikên pîr av dixwest nedadi bi bîrdixin. Em dixwazin hêzên PDK'ê ji Şengalê vekişin. Êdî bes e êrîşî qadên jiyanê ya mirovan dikin. Bêlêhiln bila mirov li welatên xwe bi rehetî bijîn." 'DIVÊ BARZANÎ RÊZÊ NÎŞAN BIDE' Canan Çalagan jî diyar kir ku bi hezaran jinên êzidî hê jî di destê DAIŞ'ê de dîl in û wiha got: "Di vî sedsalê de li ber çavên hemû mirovahiyê em bûn şahidê firotina li bazarên koleyan. Divê Barzanî li hemebî jiyana ku gelê êzidî li Şengalê afirandiye û li hemberî axa wan rêzê nîşan bide, piştgiriyê bide vî jiyan û têkoşîna bi rêxistinkirî. Divê vî xespkirina maf bide rawestandin." Fatma Kiliçarslan jî diyar ku pêşiya înşakirina jiyana azad nayê girtin. Jina bi navê Sefa Tîken jî wiha axivî: "Hê birînên jin, zarok û ciwanên ku li Şengalê di dilê me de qalik negirtiye, niha PDK û Tirkiyeyê bi hevkariyê êrîşekekî din pêk anîn. Têkoşîna gelê êzidî hemû cihan dibîne. Em berxwedêriya jinên ku ji pêşmergeyan de dibêjin 'em ava we venaxwin' dibînin. Gel jiyana xwe hunandiye, êrîşa Barzanî ya li dijî Şengalê nayê qebûlkirin. Çi dibe bila be gelê Şengalê dê berxwedana xwe bidomîne."