Jinan bang li Serokê Baroyê Er kir ku lêborînê bixwaze 2017-03-09 13:34:17 MÊRSÎN - Jinên parêzer bang li Serokê Baroya Mêrsînê Alî Er kir ku ji ber êrîşî parêzer Şîlan Turk a ku xwest danezana 8’ê Adarê bixwîne kiriye lêborînê bixwaze. Parêzerên jin bertek nîşanî Serokê Baroya Mêrsînê Alî Er ê ku êrîşî parêzer Şîlan Turk a ku xwest danezana ji aliyê Navenda Şopandina Mafê Jinan a Yeketiya Baroyên Tirkiyeyê (TUBAKKOM) ve hatiye amadekirin bixîne dan. Di daxuyaniya li Odeya Baroyan a li Dadgeha Mêrsînê hat dayîn de gelek jinên parêzer amade bûn. ‘DIVÊ BÊYÎ LÊ LÊBORÎN BIXWAZE’ Daxuyanî ji aliyê parêzer Burcu Duzen Gurler ve hat xwendin. Gürler, bi bîrxist k udi rojek wekî 8’ê Adarê de li Navenda Mafê Jinan a Baroya Mêrsînê nêzî 20 parêzerên jin îstîfa kirine û wiha got: “Daxuyaniya ku destûr ne hat dayîn bê xwendin ji aliyê TUBAKKOM’ê ve bi hevre hatibû weşandine. Serokê Baroyê Alî Er bi hinceta siyasî ne xwestiye Gotinên ‘di 10 salên dawî de şîdeta zêde bûye’, ‘divê polîtîkayek bi biryar a dewletê bê pêkanîn’ û ‘ji hemû şêweyên şîdetê re Na’ sansür bike.” Gürler, da zanîn ku ligel hemû hewldanan jî lihevkirin pêk nehatiye û wiha pêde çû: “Ji ber gotina Er a ‘dê li cihê we zilam bên dîtin’ jinan mafên xwe hiştine û îstîfa kirine. Divê demildest Serokê Baroyê Alî Er bêyî lê lêborînê bixwaze. Em hêvîdikin ku bûyerek din wiha neyê jiyîn.” ‘DIVÊ NE JIN SEROKOMAR BÊ LÊPIRSÎNKIRIN’ Parêzer Fatma Ertekîn, diyar kir ku helwesta ku Serokê Baroyê Alî Er lêpirsîn bike ne helwesta jinan e û wiha domand: “Tişta ku Serokê Baroya Mêrsînê lêpirsîn bike xebatên serokomar ê ku hemû îmkanên dewletê ji bo kampanyaya ‘Erê’ bikar tîne ye. Hemû kesên ku fikarên partiyên siyasî najîn divê vê pirsa mafdar bike.” ŞÎDETA LI DIJÎ JINAN PARASTIN! Her wiha li ser navê Navenda Şopandina Mafê Jinan a Baroya Mêrsînê Burcu Altiparmak Tor û komek parêzeran a gel wê jî daxuyaniyek ku êrîşa Alî Er a li dijî parêzer Şîlan Turk rewa dike dan. Tor, bêyî behsa tevgera Er bike Şîlan Turk û parêzerên ligel wê bi derxistina “provokasyonê” sûcdar kir û tevgera Er jî wekî “bertek” nîşandan û parast.