Duh gul dan îro ji kar derxistin 2017-03-10 15:32:59 WAN - Jinên li Navenda Jinan a Rojîn a Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê dixebitin, îxaleya wan ji aliyê qeyûm ve hat betalkirin ji kar hatin derxistin. Sekreterê Giştî Mustafa Yalçin ku qeyûm tayînkiribû bi boneya 8’ê Adarê bi xebatkarên jin ên şaredariyê civîn lidarxistibû û gul li jinan belavkiribû. Piştî qeyûm hat tayînkirin bi sedan memur, karker û xebatkarên bi peyman li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hatin derxistin. Qeyûmê ku beriya niha Wezareta Daîreya Polîtîkayên Malbat û Jinan girt û bi Wezareta Daîreya Çandê ve girê da, piştre jî Stargeha Jinan a ji aliyê şaredariya DBP’ê ve hatibû vekirin girt. Qeyûmê ku bi van re sînordar nema, bi sedan jinên memur, karker û bipeymanin ji kar derxist û hevpeymanên wan betal kir. JINÊN KU GUL JÊ RE HATIN DAYÎN PIŞÎ ROJEKÊ JI KAR HATIN DERXISTIN Yek ji karên qeyûm ên din jî valekirina Navenda Jinan a Rojînê ya ku beriya 4 salan li ser daxwaza jinan Şaredariya DBP’ê vekiribû, bû. qeyûm hevpeymana 3 jinên ku li navendê dixebitin betal kir, rojek piştî 8’ê Adarê îxaleya 53 karkerên jin betal kir û ji kar derxistin. Bi vê re li Navenda Jinê ya Jinan ku nêzî 70 ji lê dixebitin kesek nema û bi deha atolyeyên ku jinên taxê têde dixebitîn û debara mala xwe dikirin hatin girtin. Qeyûmê ku 53 karkerên jin ji kar derxist, duh bi minasebeta 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê peyamek weşandibû, Sekreterê Giştî Mustafa Yalçin ê ku nû hat tayînkirin jî bi xebatkarên jinên ê şaredariyê re civînek li darxistibû û gul dabû jinan.