Di salekê de 94 jin bi destê mêr û dewletê hatin kuştin 2016-11-24 14:29:01 AMED - Komîsyona Jinê ya Şaxa ÎHD’a Amedê, rapora salekê ya tundiya li ser jinan bi raya giştî re parve kir. Komîsyonê destnîşan kir ku di kalekê de 94 jin bi tundiya mêr û dewletê hat kuştin. Komîsyona Jinê ya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê, beriya 25’ê Miijdarê Roja têkoşîna jinê ya li dijî tundiya li ser jinê, rapora salekê ya zextên li ser jinê aşkere kir. Komîsyonê rapora dinavbera 25’ê mijdara 2015 û 25’ê mijdara 2016’an de aşkere kir. Komîsyonê li avahiya Şaxa ÎHD’ê ya Amedê civîna çapemeniyê pêk anî. Li salonê pankarta “Jin jîngeha mirovahiyê ye, ji qirkirina jinê re na!”vekirin. di civînê de Endama Komîsyona Jinê ya ÎHD’ê Gulistan Yalçindag Gençer, anî ziman ku tenê ji ber jin in li car aliyê cîhane rastî heman tundiyê tên. Gulistan Yalçindag Geçer, anî ziman ku bi hevkariya mêr û dewletê jin rastî tundiyê tên û wiha got: “Jin bi destê mêr û dewletê di malê de tên hepiskirin û mal kirine zindan. Di qada cemaweriyê de jin tune tên hesibandin. Rêya siyasetê li pêş wan tê girtin. Jin di dîrokê de her dem rastî zext û zordariya bê hempa hatiye.” Yalçindag, bal kişand ser Peymana Stenbolê û peymana ku hemû cureyên tundî û cudahiya li dijî jinan asteng dike (CEDAW) ku dewletan îmze avêtiye û wiha got: “Li Tirkiye zagonên ku hatin guhertin têra parastina jinê nake. Ji ber ku Tirkiye berpirsiyariya peymana navneteweyî pêk nîne jin nayên parasitn. Polîtîkaya necezakirinê tundî û zextên li ser jinê zêde dike. Zimanê îktîdara siyasî rê li pêş tundiyê vedike. Gotin û daxuyaniyên îktîdara siyasî tundiya li hemberî jinê rewa dide nîşandan. Dîsa daxistina cezayên bersûcan rê li pêş tundiyê vedike. BI ŞER RE MEXDÛRIYET ZÊDE BÛ Gençer, bal kişand ser şerê dawî û wiha got: “Ji Tîrmeha 2015’an heta niha şer dest pê kiriye. Ji ber şer tundiya li ser jinê zêde bû. Bi şer re mexdûriyeta jinê zêde bû.Bedena jinê hat teşhîrkirin. Cenazeyên jinan bi rojan li kolanan hat hiştin. Destûr nedan malbat tev li cenazeyên jinan bibin. Bi OHAL’ê re êrîşa li dijî nirx û destkeftiyên jinan zêde bû. Li girtîgehan tundiya li ser jinan zêde bû. Jin di lêgerînên tazî re tên derbas kirin.Îşkence derket asta herî jor. Şaredar û wekîlên hatin hilbijartin bi lêdanê hatin binçavkirin. Rêya siyaseta demokratîk li pêş jinê û vîna kurd hat girtin. Bi îlanên KHK’ê re 370 koleme hatin girtin û din ava wan de peymanên Neteweyên Yekbûyî hatin binpêkirin. “ Di rapora tundiyê de wiha hat gotin: - Ji bo tundiya li ser jinê bi dawî bibe divê di qada civakî de xebat bên kirin. Divê polîtîkayên tundiyê bên guhertin. - Bi armanca tundiya li ser jinê bi dawî bibe divê li ser pêşniyarên hemû saziyên civakî û jinan zagon bên guhertin. Divê bi hevkarî û daxwaza saziyên sivîl û civakî polîtîka bên rastkirin. - Divê tundiya li ser jinê ya di bin çavan de û li dervê qadên bin çavan bi dawî bibin. - Ji bo bersûcê tundiyê û îstîsmara zayendî pêk tîne giran bê cezakirin divê zagon ji nûve bên guhertin û rastkirin. Divê di darizandina bersûc û kesên îstîsmarê dike daxuyaniya jinê esas bê girtin. - Divê zimanê medya yê zayendîparêz bê guhertin. Divê hemû tundiya li ser jinê bê şermezarkirin. - Divê pêkanînên OHAL’ê bi dawî bibe. Divê biryara girtina Komeleyan a ji ber OHAL’ê paşve bê vekişandin. - Divê ji ber pêkanînên OHAL’ê azadiya maf û ramanê neyê astengkirin û çalakî neyên qedexekirin. Divê bijartiyên bi vîna gel hatine hilbijartin bi lezgîn bên berdan. 94 JIN BI DESTÊ MÊR Û DEWLETÊ HATIN KUŞTIN Ji 25’ê mijdara 2015’an heta 25’ê mijdara 2016’an li bajarên herêmê 94 jin bi destê mêr û dewletê hatin kuştin. Ji ber tundiya leşker, polîs û mêr 94 jin hatin kuştin û 39 jin birîndar bûn. 26 jin dibin çavan û cihên din de rastî tundiya erkdarên dewletê hatine.