‘Êlih dê di 16’ê Nîsanê de bersiv bide qeyûm’ 2017-03-11 09:14:44 ÊLIH - Hevşaredara Êlihê Gulîstan Akel a ku ji peywira xwe hatiye durxistin, diyar kir ku qeyûmên ku tayînî şaredaria Êlihê hatiye kirin bi polîtîkayên xwe yên li dijî jinê civakê înkar dike û wiha got: “Em ê hemû bi hevre bibîbin dê di 16’ê Nîsanê de gel bersiv bide pêkanînên qeyûm.” Hevşaredara Êlihê Gulîstan Akel a ku ji peywira xwe hatiye durxistin û qeyûm tayînî cihê wê hat kirin, polîtîkayên qeyûm ên li dijî jinan û nûçeya “Gel xizmetê dibîne” ya di rojnameya Starê de hatiye weşandin nirxand. Akel, diyar kir ku di sala 2016’an de şaredariyên DBP’ê darbe jiyan kirine û wiha got: “Şaredariyên bi vîna gel hatin hilbijartin bi KHIK’ê hatine feskirine. Hewl didin propagandaya şaredariyên gel hilbijartine naxebitin li şûna wan qeyûm dixebite ava bikin.” Akel, saziyên jinan ên piştî tayînkirina qeyûm hatine girtin bibîrxist û wiha pêde çû: “Polîtîkayên qeyûm ên jinê li holê ye. Bi girtina saziyên jinan û saziyên çand ên gel nikarin xizmetê ji gel re bikin. Li Êlihê hilbijêrên AKP’ê jî ji qeyûm gilîdarin. Gel tehemûla durxistina kesên ku hilbijartine nake. Qeyûm bi xwe ne rewa ye ji ber vê polîtîkayên wî jî nikarin rewa bin. Ev girtina saziyên jinan tê wateya înkarkirina jin û civakê.” Akel, anî ziman ku qeyûm li Êlihê dest bi endezyariyê kiriye û wiha axivî: “Bêyî ku hilbijartinek bê kirin divê qeyûm biçin. Ev ne tenê ji bo Êlihê ji bo hemû şaredariyên DBP’ê yên hatine xespkirin derbas dare. Qeyûm ne rêveberiyên ku bersivê dide pêwîstiyên gel in. Manşeta “Gel xizmetê dibîne” ya ku duh Rojnameya Starê avêtiye manîpulasyone. Dibe ku ne li qadan bin em di pêvajoyej zehmet re derbas dibin. Em di erdnîgariyek ku kolan ji sivîlan re hatiye qedexekirin de dijîn. Em ê hûme di 16’ê Nîsanê de bibînin ku ev manşet dijrastiyê ne. Bi taybet dê gel bersiv dibe pêkanînên qeyûm. Em ê hemû bi hev re bersiva ku gel dê di 16’ê Nîsanê de bide qeyûm bibînin.”