Meclîsa Jinan a HDP'ê: Emê di 16'ê Nîsanê de teqez serbikevin 2017-03-14 12:59:29 ENQERE - Meclîsa Jinan a HDP'ê, encamnameya civîna 11'ê Adarê bi raya giştî re parve kirin. Meclîsa Jinan diyar kir ku ew ne bê çare ne û hêza ku bi guhertinê rojên ronî û çareseriyê ava bikin jin in. Jin, dê bi ruhê 8'ê Adarê û bi coşa Newrozê baharê silav bikin û dê di 16'ê Nîsanê de teqez serbikevin. " Meclîsa Jinan a Partiya Gelan a Demokratîk (HDP), di 11'ê Adarê de li Navenda Giştî ya HDP'ê civîna xwe pêk anîn. Piştî civîn bi dawî bû encamnameya civînê bi raya giştî re parve kirin. Meclîsa Jinan di encamnameya civînê de diyar kirin ku xistina parlamenteriya Hevseroka Giştî ya HDP'ê Figen Yuksekdag û betalkirina endamtiya wê bê hikum e û ev yek nikare siyaseta jinê bi bandor û asteng bike. Jinan, di encamnameyê de anîn ziman ku wan bi pergala hevserokatiyê û nûnertiya wekhev a jin û mêr di nava siyasetê û Meclîsê de Koma Jinan a Meclîsê avakirine û di asta rêveberiya herêmî de jî meclîsên jinan ava kirine. Meclîsê destnîşan kir ku bi vê pergalê îspat kirine ku jin hem di navendê de û hem jî di asta herêmî de di nava qada siyasetê xwedî mafê gotinê ne û dikarin gotine xwe bêjin û polîtîkayên jinê têxin meriyetê. 'ME QAD TERK NEKIRINE Meclîsa Jinan, da zanîn ku aqilê mêr ê serdest, di serî de Hevseroka Giştî Figen Yuksekdag, wekîlên jin, rêveberên jin, endamên jin û hevşaredarên wan ên jin vîna wan dîl girt û bawer kir ku dê bi vê rêbazê jinan ji siyasetê dûr bixin û wiha berdewam kir: "Lê îsyana jinan a mezin dibe, li ser îktîdara mêr a siyasetê tirsek mezin ava kiriye. Di sedsala 21'an de jin dê mohra xwe li tekoşîna demokrasî, wekhevî, azadiyê bixin. Bi milyonan jin li dijî gotinên Serokê DYA'yê Donald Trump ên zayendî, nijadperest, li dijî zagona kurtajê ya Polonya, kedxwariya Îzlanda ya jinê, zagonên tecawizkar ên Tirkiyeyê li kolanan têkoşîna xwe bilind dikin. Daketina jinan a qadan hişmendiya mêr a serdest xistiye nava tirsê. Li welatê me jî jin di 8'ê Adarê de li gel astengiyên OHAL'ê daketin qadan û qedexeyên OHAL’ê nas nekirin. Me qad terk nekirin û reng, deng û hêza xwe kir yek. Me carek din diyar kir ku em destûr nadin destkeftiyên me desteser bikin. Îro destkefiyên jinan di bin êrîşên mezin de ne. Jinan bi ked û têkoşînek mezin ev mafên xwe bi dest xistine. Êrîş çiqas mezin bibin bila bibin, têkoşîna tevgera azadiya jinê jî dê li dijî van êrişan ew qas mezin û bi rêxistin be." DI ENCAMNAMEYÊ DE WIHA HAT GOTIN "Şoreşa Jinan a Rojava îlhamê dide me. Jiyaneke wekheviya zayendî û li pişt kedê ye mimkûne. Şoreşa Jinan a Rojava ku bi ked, berdêl û berxwedanek mezin hat bidestxistin, li tevahiya cîhanê deng veda, li dijî nijatperestî û pêkanînên zayendî di bin şert û mercên şer de deng, gotin, berxwedana jinan mezintir kir, ev bûn qanûna û kirin şêweyê jiyanê. POLÎTÎKAYÊN QETLÎAMÊ DÊ BISERNEKEVIN' Îktîdara kyu xwe li destkeftiyên gel û baweriyên li Rojava nagire, di 5'ê Nîsanê de hevdîtinên Sermuzekerevan Abdullah Ocalan re dan rawestansin û polîtîkayên qetlîamê yên dijî kurdan xistiye meriyetê. Îktîdar li dijî vîna muzakere û diyaloga ji bo çareseriya pirsgirêka kurd ku Birêz Abdullah Ocalan daniye holê; bajar dorpêçkirine, hilweşandine, destpêkê jin gelek welatî qetilkirine, mecbûrî koçberiyê kirine û polîtîkayên tasfiyeyê tercîh kiriye. Îro jî ku tê gotin beşa duyemîn a 'Plana Çalakiya Çewisandinê' ye li Xerabê Bava bi 'operasyona Hîlala Sêyemîn' qetlîman didomîne. Li aliyê din vîna gel tune hat hesibandin û operasyonên qirkirina siyasî didomîne. Îktîdara AKP-Qesrê ku ji ber dijminahiya û tirsa jinan xwe avêtiye derveyî sînorên welat bûye hevkarê dagirkeriya li dihî Şengalê. Lê dagirkerên ku li Şengalê rastî berxwedan û raperîna jinan hatin carekdin serneketine. 'DI 16'Ê NÎSANÊ DE TEQEZ EM Ê SERBIKEVIN' Girtiyên ku di nava çar dîwaran de jî berxwedana mezin dikin, jinên kurd ên li Xerabê Bava bi berdêla canê xwe jî axa xwe neterikandin, em jinên ku di 8'ê Adarê de hemû qadên cîhan, Tirkiye, Kurdistan û navneteweyî terknekirin û deng dan grevê silav dikin. Em jin pergala serokatiyê ya ku vîna gel tune dihesibîne û bi lez û bez dixwazin di meclîsê re derbas bikin em ê bi heman ruh, hêz û moralê destûr nedin ku di referandumê re derbas bibe. Me ne bêçare ne hêza ku dê biguherîne û pêşerokek ronî ava bike di destê jinan de ye. Em jin dê bi rihê 8'ê Adarê, bi çoşa Newrozê biharê silav bikin û em ê di 16'ê Nîsanê de teqez serbikevin."