Kolan kirin qadên têkoşînê 2016-11-25 08:08:43 AMED - Dayikên Aştiyê ku ji bo dayikên din êşa zarokan nejîn bi laçikên xwe yên spî daketin kolanan ligel ku bi şîdetê bersiva bangawaziyên wan hat dayîn jî ji israrkirina aştiyê venegeriyan. Dayikên Aştiyê ku yekem car di 1996'an de dest bi têkoşîna xwe kirin bê navber têkoşîna xwe ya aştiyê didomînin. Dayikên ku di nava saleke de li bajarên kurdan ên qedexe hat îlankirin û li hemberî panzeran derketin lê nekarîn cenazeyên zarokên xwe bigirin ligel gefên kuştin, pêkûtî, binçavkirin û girtinan dev ji têkoşînê û israra aştiyê bernedan. 'EM JI BIRÎNÊN XWE HEV NAS DIKIN' Bi Dayikên Şemiyê yê ku her rojên şemiyê zarok û hevserên xwe digerin ve bi gotina "em ji birînên xwe hev nas dikin" têkoşîna hevpar meşandin. Ji bo şer bi dawî bibe, aştî pêk bê her rojên çarşemê li Stenbolê li ber Qesra Dolmabahçeyê di çalakiya rûniştiştinê de bi bîr xistin ku aştî pêkan e. ÊRÎŞ ANÎN ROJEVA CIHANÊ Dayikên Aştiyê ku li herêmên operasyonan bûn mertalên zindî, di nava berxwedana li dijî qeleqol û qereqolan de cih girtin. Li taxên ku qedexe hatin îlankirin bi gel re ligel hemû êrîşan taxên xwe neterikandin. Ji bo ku birîndarên li jêrzemînên Cizîrê bibin nexweşxaneyan li gelek bajaran dest bi greva birçîbûnê kirin. Ji bo li qadên qedexe hatiye îlankirin heyetên serbixwe bên avakirin li ber nûnertiyên Neteweyên Yekbûyî greva birçîbûnê dan destpêkirin û êrîş anîn rojeva cihanê. DILŞA OZGEN A 80 SALÎ HATE BINÇAVKIRIN Dayikên Aştiyê ku bi berxwedanê bersiv dan hemû êrîşan, ji ber çalakiyên demokratîk bi mudaxaleyên giran re rû bi rû man. Dayika Aştiyê Dilşa Ozgen a 80 salî ji ber ku li cihê gora 2 zarokên xwe yên li Licê konteynir çêkiriye di 13'ê tebaxê de hate binçavkirin. Di encama nerazîbûnên gelek saziyên jinan de hate berdan. LI MECLÎSÊ RASTÎ LÊGERÎNA TAZÎ HATIN Di 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cihanê de çûn MEclîsê û bi parlamenterên HDP, CHP û AK Partiyê hevdîtin pêk anîn banga berpirsyariyê kirin. Dayikên Aştiyê dema ku ji bo aştî pêk bê piştgiriyê bigirin çûn Meclîsê li vir rastî lêgerîna tazî hatin. TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ ŞERMEZAR KIRIN Bi gotina " Pêvajoya aştiyê ya demokratîk a ku li ser esasê azadiya Ocalan bê meşandin dê bibe navê navê eştî, demokrasî û jiyana azad" ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û daxwaza xwe ya aştiyê dubare bikin di serî de li Taksîmê jibilî vê jî li gelek deverên cuda çalakî li dar xistin. ZAROKAN CENAZEYÊN DAYIKÊN XWE TEMAŞE KIRIN Li navçeya Sîlopiyê ya Şirnexê di dema qedexeya derketina kolanan de canezeyê Teybet Înan a 57 salî yê ji aliyê polîsên tîmên taybet ve hate qetilkirin li kolanê 7 rojan li erdê ma. Polîsan nehiştin tu kes nêzîkî cenaze bibe, cenaze li ber çavên zarokên wê li erdê ma û nehiştin cenaze bê definkirin. Berdevka Dayikên Aştiyê ya Amedê Havva Kiran daxwazên dayikên kurd û Dayikên Aştiyê dubare kir û diyar kir tu ewlehiya kesekî li mala xwe jî nîne, her der bûye qereqol. Kiran destnîşan kir ku di dema berxwedana xwerêveberiyê de gelek êş hatine jiyîn û wiha berdewam kir: "Destur nehat dayîn ku dayik cenazeyên zarokên xwe bigirin. Gelek ji wan gorên wan jî tuneye. Li Sûr, Cizîr, Nisêbîn û Geverê qatlîamên hovane pêk hatin. Dayikên wê derê hemû dayikên aştiyê bûn. Cenaze bi hefteyan li kolanan man. Zarok mecbûr hiştin li pencereyan cenazeyên dayikên xwe temaşe bikin." BANGAWAZIYÊN JI BO AŞTIYÊ BÊBERSIV MAN Kiran destnîşan kir ku ji bo xwîn bê rawestandin wê demê çûne Enqereyê û bi partiyên siyasî re hevdîtin pêk anîne lê hewldanên wan bêbersiv mane. Kiran wiha axivî: "Cihê ku me serî lêneda nema. Em heta Enqereyê çûn. Em heta Serokomariyê çûn û me xwest hevdîtinê pêk bînin lê destur nedan me. 2 rojan em li ber Meclîsê rûniştin. Lê ji bo hevdîtinê destur nedan. Tenê me bi CHP û HDP'ê re hevdîtin pêk anî. Em bi jinekî AKP'î re hevdîtin pêk anî. Me gote divê tu jî wekî jinekî ji bo ev şer bi dawî bibe bixebite. Jina ku me hevdîtin pêk anî bersiva 'ev şer dê bi dawî nebe, ev şer dê heta dawî bidome' da me. Me ji bo bangawaziyên xwe yên aştiyê bersivek negirt." 'DEV JI KUŞTINAN BERDIN' Kiran anî ziman ku wekî Dayikên Aştiyê ligel evqas êrîş û êşê jî di aştiyê de israr dikin û ev roj roja yekîtiyê ye. Kiran wekî Dayikên AŞtiyê banga berdewamkirina muzakereyan kir û wiha got: "Bila bi rêbertiyê re hevdîtin pêk bê. Mase bila bê danîn. Bila şer bi dawî bibe. Bila zarokên kurd û tirkan nemirin. Ji bo bûna padişah dev ji kuştinan berdin." Kiran girtina Hevserokên Giştî yên HDP'ê û parlamenteran bi bîr xist û wiha got: "Hemû cihan bi saya aştiyê bi ser ketiye. Selahattîn, Fîgen, Gultan, Sebahatê digirin. Li şûna ku digirin bila hilbijartinê bikin lê dizanin dê bi ser nekevin. Em weke Dayikên Aştiyê dibêjin ku destên xwe ji şaredarî, destkeftî û xwîna zarokên me vekişînin. Ji hundirê qesran tu caran nikarî zarokên kurdan biqedînîn. Em weke Dayikên Aştiyê heta ku ev zilm bi dawî bibe û aştî pêk bê têkoşîna xwe bidomînin."