Jinên bi agirê bedena xwe meşeleya azadiyê bilind kirin 2017-03-17 09:19:21 STENBOL - Zekiye Alkan, Rahşan Demirel, Bedriye Taş, Nilgun Yildirim, Sema Yuce û Elefteriya Fortulakî yên bi agirê bedena xwe agirê Newrozê gur kirin, di dîroka berxwedanê de rûpeleke nû vekirin û wateyeke din li Newrozê bar kirin. Agirê Newrozê yê B.Z. di 612'an de ji aliyê Kawayê Hesinkar ê piştî têkbirina Dehaqê zalim vêket, bi hezaran sal e her tim wek cejna berxwedanê ya gelê kurd tê pîrozkirin. Agirê Newrozê ji bo gelê kurd sembola serîhildana li dijî zilmê ye. Li gel vê, ji bo jinên kurd jî tê heman wateyê. Jinên ku agir bi bedena xwe xistin, di dîroka berxwedanê de rûpeleke nû vekirin. Piştî Kawayê Hesinkar, her çû li dijî zilmê "Kawayên Hevdem" zêde bûn û agirê azadiyê gurtir kirin. Mazlum Dogan ê piştî derbeya leşkerî ya 12'ê Îlonê hat girtin, di Newroza 1982'yan de li dijî polîtîkayên îmha û înkarê li Girtîgeha Amedê agir berda bedena xwe û bi vî awayî çirûska berxwedanê veda. Paşê Zekiye Alkan, Rahşan Demirel, Bedriye Taş (Ronahî), Nilgun Yildirim (Berîvan), Sema Yuce, Elefterîa Fortulakî û bi dehan jin beşdarî vê meşeleya azadiyê bûn. ‘AGIRÊ NEWROZÊ BI BEDENA MIROV TÊ VÊXISTIN' Zekiye Alkan a meşeleya azadiyê dewr girt, di sala 1990'î de li ser sûrên Amedê agir berda bedena xwe. Alkan bi gotina xwe ya "Agirê Newrozê ne bi êzingan, bi bedena mirovan tê vêxistin" bû mînaka wêrekî fidakariyê û ji bo gelê kurd veguherî manîfestoyekê. Ev çalakiya Alkanê, di heman demê de ji bo tevgera jinê ya wê demê bû pêngavek. Wek jinekê serdema ku agir berda bedena xwe jî navê wê qedexe bû. Li bajarê ku Alkanê xwe lê şewitand û navê xwe li rûpelên dîrokê nivîsand hîn jî bi milyonan mirov dibêjin "Hûn bi xêr hatin warê Zekiye Alkanê" û Newrozê pîroz dikin. LI KADÎFEKALEYÊ BÛ NEWROZ Di sala 1992'yan de li Cizîr û Nisêbînê hêzên dewletê êrîşî pîrozbahiyên Newrozê kiribûn û di van êrîşan de 94 kes hatibûn kuştin. Li dijî van komkujiyan, vê carê jî li Kadîfekaleya Îzmîrê Rahşan Demirel a 17 salî, da bibe meşeleya azadiyê agirê Newrozê li xwe kir. Demirel, roja Newrozê li Kadîfekaleyê agir berda bedena xwe û ev tişt gotin: "Ez li Kadşfekaleyê xwe dikim Newroz. Divê em bibin bersiva Mêrdîn, Cizîr û Nisêbînê" û veguherî remaza berxwedan û serketinê. LI CÎHANÊ CARA EWIL 2 JINAN BI HEV RE AGIR BERDA BEDENÊN XWE Di sala 1994'an de Bedriye Taş (Ronahî) û Nilgun Yildirim (Berîvan) li Ewropayê li dijî pergala kapîtalîst û polîtîkayên înkar û îmhayê yên li Tirkiyeyê bi agirê bedena xwe bersiv dan. Taş û Yildirim, di sala 1994'an de li bajarê Mannheîmê yê Almanyayê agir berdan bedena xwe. Bi vî awayî li cîhanê cara ewil bû ku du jinan bi hev re çalakiyek li dar xist. Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan vê çalakiya Taş û Yildirim we çalakiya azadiyê wesfand û ji bo vê wiha gotibû: "Heke azadî tiştekî hêsan bûna û bi rihetî bi dest biketana, nexwe dê Ronahî û Berîvanê agir bera bedena xwe nedanan." 'DIVÊ WEK RAHŞANÊ BIBIM NEWROZ' Sema Yuce ya di sala 1992'yan de hat girtin, di Newroza 1998'an de li Girtîgeha Çanakkaleyê agir berda bedena xwe. Yuce di nameya xwe de wiha got: "Dixwazim bi aqil, dil û bedena xwe ji 8'ê Adarê ber bi Newrozê pirekê ava bikim. Ji bo bibim xwendekareke baş a Kawayê Hevdem, Mazlûm Dogan û hemû şehîdan, divê wek Zekiyeyê bişewitim, wek Rahşanê bibim Newroz. Divê ez di rêça şehîdên me Bêrîvan, Ronahî, Mîrza Mehmet û Eser ên veguherîn Newrozê de bimeşim." LI YÛNANÎSTANÊ BÛ AGIRÊ NEWROZÊ Elefterîa Fortûlakî (23) a bîrdozî û felsefeya têkoşîna azadiyê nas kir, di 24'ê Adara 2006'an de li Yûnanîstanê agir berda bedena xwe. Dayika 2 zarokan Elefterîa, di nameya xwe de wiha got: "Ez Kurdistanê jî wek welatê xwe dibînim. Zaf ji yewnanî hez dikim, lê belê ez wek zimanê xwe yê dayikê jî ji kurdî hez dikim. Dayê, biratiya gelan tiştekî zaf xweş e. Gelê kurd ji bo biratiya gelan têdikoşe. Ez jî îsal wek Zekiye Alkan, Sema Yuce, Rahşan Demirel, Ronahî û Bêrîvanê Newrozê pîroz dikim, lê hinekî dereng mam. Biryardariya wan gelê kurd û Kurdistanê hêzdartir kir."