Jin 'Na'yê wiha vedibêjin 2017-03-18 09:43:16 WAN - Jinên erdîşî yên ku her roj serê sibehê tên cem hev kom bi kom li taxan belav dibin bûyî ku cudatiyê bikin li her deriyê didin û "Na"yê vedibêjin. Li navçeya Erdîşê ya Wanê jinên ku xebatên referandumê didin meşandin tax bi tax, kolan bi kolan, mal bi mal digerin û "Na"yê vedibêjin. Jinên ku serê sibehê tên cem hev û di nav de rêveberên HDP û DBP'ê jî hene piştre kom bi kom belav dibin. Jinên ku bêyî cudatiyê bixin navê li deriyên hemû malan didin û ji welatiyan re sedemên ku divê çima bibêjin "Na" dur û dirêj vedibêjin. Jinên ku ji 7 salî heta 70 salî ji hemû kesan re sedemên "Na" vedibêjin guh nadin riyên herî, şertên neyînî yê hewayê û heta êvarê kolan bi kolan digerin. YEK BI YEK QANI DIKIN Jinên ku di bernameya wan de taxa Yeşîlovayê heye em jî bi wan re diçin û ewil vediqetin koman. Di çarçoveya plansaziya ku hatiye kirin de jinên ku kolan bi kolan digerin bi dorê li deriyê malan didin û ewil xwe ji kesên ku derî vedikin re didin nasîn. Jinên ku ji aliyê welatiyan ve bi eleqeyeke mezin tên pêşwazîkirin balê dikişînin li ser girîngiya referandumê û êrîxîn ku di îxtidara AKP'ê ya 15 salan de hatiye kirin, kuştinên sivîlan ên li Kurdistanê bi bîr dixin. Jinên ku qeyûmên li şaredariyan hatine tayînkirin, girtina parlamenter û hevşaredaran jî bi bîr dixin dibêjin ku "Na" ji bo van pêkanînan hamû yan dê bibe bersiv. PIŞTGIRIYA HARÎ MEZIN DÎSA JIN DIDIN Di çarçoveya xebatan de jin li deriyê niştecihên taxê Safureyê didin û ew bi hembêzkirinê jinan pêşwazî dike her wiha ji jinan re dibêje ji bo "Na" pêwîst nîne li deriyê wê bidin. Safure dibêje ku ew ê bi temamî malbat bibêjin "Na" û ew bixwe jî dê di nava xebatan de cih bigire. 'EM Ê ÇAWA BIBÊJIN ERÊ' Welatiyê bi navê Mehmet ê ku jinan li deriyê wî jî dan wiha axivî: "Ez li her derê ku diçim ji bo ku kurd bi ser kevin dua dikim. Ez baş dizanim ku kî çi ye. Li her derê li dijî kurdan zilm heye ma em ê çawa bibêjin 'Erê'. Bila xwedê alîkarê me be. Ji destê me çi bê em ê bikin." 'JIN Û CIWAN ELEQEYEKE MEZIN NÎŞAN DIDIN' Alîkara Hevşaredar Guler Avci ya ku di xebatan de cih digire û li şûna wê qeyûm hatibû tayînkirin jî diyar kir ku wekî li her der3e li Erdîşê jî jin pêşengên kampanyaya "Na"yê ne û wiha berdewam kir: "Xebatên me bênavber berdewam dike. Li devarên din cuda bin jî li Erdîşê bi pêşengiya jinan ev xebatên referandumê tê kirin. Li ser milên jinan ev xebat tên meşandin. Her tim jî jin bûne pêşeng, li vir jî rewş cuda nîne. Xebatên me baş didome. Em diçin serdana dayik, jin û ciwanên xwe. Wekî ku tê dîtin me gelekî germ pêşwazî dikin. Eleqeyeke mezin heye. Em ê ji sedî sed bi pêşengiya jinên Erdîşê bi ser kevin." HER ROJ JINEK TEVLÎ XEBATAN DIBE Bîrgul Keser a ku bi rojan e di nava xebatan de cih digire jî diyar kir ku li her taxên ku diçin jin beşdarî xebatên wan dibin û wiha berdewam kir: "Em ib hêza ku ji gel û dayikên xwe digirin xebatên xwe bênavber didomînin. Xebatên me roj bi roj xurtir dibe û didome. Ji ber ku em li malên ku diçin pêwîstî bi vegotina 'Na' jî nabînin. Gelê me jixwe di vî mijarê de gelê me zana ye. Jin ji bo ku di xebatên me de cih bigirin vedixwînin û ev encamê jî digire. Her roj hevalên nû tevlî xebatan dibin. Em roj bi roj mezin dibin. Li her malên ku em diçin bersiva 'Hezar sal jî derbas bibe, hezar caran Na' didin me." 'EM YEK BI YEK HEMÛ KESAN QANÎ DIKIN' Jinên ku xebatên dimeşîne Fatma Serhatli jî diyar kir ku kêm be jî li taxan welatiyên ku divê bên qanîkirin hene û wiha axivî: "Morala me baş e û em ê bi serkevin. Ji ber ku têkoşîna ku em didin têkoşînekî pîroz e. Di vî mijarê de gelê me bi me bawer e. Kêm be jî li taxan ên bêbiryar hene. Dema ku em zirarên ku 'Erê' daye bi mînakên pêkanînên li dijî kurdan vedibêjen qanû dibin. Em ê bi îradeya xwe li girtîgehan hêz û morala herî xurt bi 'Na' ya Erdîşê bidin. Bendewariya wan ji me ev e."