Jinên antalyayî: 'Na'yek jî zaf girîng e 2017-03-23 09:08:33 ANTALYA - Jinên antalyayî, dest nîşan kirin ku li dijî derxistina ji karan, ji bo pêşeroja zarokên wan "Na"yek jî zaf girîng e û gotin, ew ê di referandûmê de bibêjin "Na". Li Antalyayê bê navber xebatên referandûmê didomin. Jinên u pêşengiya xebatn dikin, her roj li noqteyên cuda standan datînin û bi belavokên "Na"yê belav dikin. Rafiye Akkaya, anî ziman ku ew ê li dijî cinayet û tacizên li hemberî jina û "rejîma yekzilamî re" "Na"yê biqîrin. Akkaya, ragihand ku di Qanûna Bingehîn a nû de têkildarî jinan madeyek jî tune ye û jinan nahesibîne û got, ew ê li dijî feraseta ku tu derfetê nade jinan "Na"yê biqîrin. Akkaya, diyar kir ku di demên dawî de li Tirkiyeyê jin bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû mane û wiha got: "Bûyerên şidetê û îstismarên li dijî jinan zêde bûne. Li gel vê sererastkirinên qanûnî di warê parastina jinê de bêkêr in." Akkaya, anî ziman ku ew bi salan e bi awayekî rêxistinî li dijî çewisandin û şideta li hemberî jinê têdikoşin û got, ew ê ji bo referandûmê li qadan "Na"yê birêxistin bikin. 'JI DESTHILATA AKP'Ê RE NA' Zarife Atik jî diyar kir ku ew ê li dijî îktîdara heyî ya hemû derdoran tune dihesibîne bibêjin "Na" û got, ji roja ku AK Partî bûye îktîdara heta niha cinayetên jinan zêde bûne. Atik wiha domand: "Sedema zêdebûna van mirinan, ji ber feraseta ku desthilata AKP xistiye dewrê. Em ê li dijî vê ferasetê bibêjin 'Na'." Atik, bang li hemû jinan kir da bibêjin "Na" û wiha got: "Em li dijî polîtîkayên zayendî uên AKP'ê, li dijî cinayetên jinan, tacizan û rejîma yekzilamî hêviyê zexm bikin û 'Na'yê bi rêxistin bikin." 'HEKE BIVÊ EZ NAÇIM MALÊ JÎ' Nuray Erçagan jî diyar kir ku ew ê bibêje "Na" û got, li dijî derxistina ji karan, ji bo pêşeroja zarokên wan "Na"yek jî zaf girîng e. Erçagan, ragihand ku ji bo hemû derdora wê bibêje "Na" heke bivê ew ê neçe malê û bi şev û biroj bixebite û bang li her kesî kir, da bibêjin "Na".