Dayika Nalîne tovên ewil reşandin 2017-03-31 09:29:49 WAN - Li Wanê piştî sermayê êdî hewa germ bû û tav derket. Dayika bi navê Nalîne Demîr a ji bo tovên yekem biçîne zend û bendên xwe badan û diyar kir ku pîvaz, bexdenoz û gihayên bi şîfa yên ewil li baxçeyê wê hêşîn dibin. Li Wanê piştî zivistana dijwar û sermayê bi germbûna hewa ve jinan jî dest bi çandina baxçeyan kir. Li taxa Çîçeklî ya Artemêta Wanê ku kulîlk vedibin jinan ji bo çandiniyê zend û bendên xwe badan. Dayika bi navê Nalîne Demîr a baxçeyê li ber mala xwe ji bo biçîne mer dike diyar kir ku her sal beriya hemû kesan ew dest bi çandiniyê dike. Demîr diyar kir ku pîvaz, bexdenoz û gihanên din ewil li baxçeyê wê şîn dibin û gihayên bi şîfa yên li çiya kom kiriye jî dê li baxçeyê xwe biçîne. Demîr diyar kir ku ji bo ax bê çandin êdî germ bûye u wiha berdewam kir: "Îro min dît hewe germ e êdî bihar hat. Mirovên ku li vî rojê binêrin dê fêm bikin ku êdî bihar hatiye. Ez li gund ji her kesî zêdetir dixebitim. Ew hê merê negirin destê xwe ez dest bi çandinê dikim. Li zeviyê tenê me. Îro min dest çandina pîvazan kir. Piştî nîvro jî ez ê bexdenoz biçînim. Piştre jî xes, balîcan, îsot û keleman biçînim. Ez li zeviyê xebatê hez dikim. Dema ku tiştên ku mirov diçîne şîn dibin wê demê bêhtir kêfxweş dibe." GIHAYÊN JI ZONANAN ANIYE ŞÎN BÛNE Demîr a ku li her koşeyê baxçeyê xwe tiştek çandiye wiha got: "Binêrin gihayên ku min ji zozanê aniye hene. Tirşo, mende, sîr, cahter û nane hene. Min beriya 3 salan ve anîbûn êdî her sal dema ku tav derdikeve ew jî şîn dibin. Dema ku nû şîn dibin cîranên min jî tên ev gihayên bi şîfa ne. Jin hema li deriyê min didin. Ev giha pir bi bereket in. Vê hefteyê ez ê hemû zeviyê biçînim. Ger ku çandinî biqede piştre êdî dê ez ê li wan binêrim." 'EZ HEZ JI AXÊ DIKIM' Demîr herî dawî wiha axivî: "Ez gelek dixebitim. Carna zilam jî piştî min dest bi kar dikin. Ez hez ji axê dikim û her roj bi tavê re dest kar dikim û heta roj diçe ava dema xwe li vir derbas dikim. Ger ku ez vî karî nekim wê demê ez ê biçim pîvaz, bexdenoz û gihayên ku dixim nava penêr ji bazarê bikirim. Ji ber vê yekê jî hemû pêdiviyên xwe li vir bi cih tînim."