Jinên hatayî: Ji bo 'Erê' tu sedem tune ne, lê ji bo 'Na'yê gelek in 2017-03-31 09:31:32 HATAY - Jinên hatayî, diyar kirin ku di referandûma 16'ê Nîsanê de ji bo "Erê" tu sedemên wan tune ne, lê ji bo "Na"yê gelek sedemên wan hene. Her ku referandûm nêz dibe, rengê tercîhên hilbijêran diyartir dibe û tê diyarkirin ku, yên encama referandûmê diyar bikin dê jin bin. Di vê çarçoveyê de jinên hatayî diyar kirin ku, di referandûmê de tercîha wan "Na" ye û sedemên xwe yên "Na"yê rêz kirin. ‘JI BO ZAROKÊN ME...' Zeynep Guzel, diyar kir ku cinayetên jinan didomin, dixwazin rê li ber zewaca di temenên biçûk de vebikin û got, ew ê di referandûmê de bibêje "Na". Guzel wiha domand: "Me gelk zilm dît, êdî bes e. Nahêlin em jin karekî jî bikin. Di warê mafên jinan de em ji hemû welatan paşdemayîtir in." Emel Kebabçi jî dest nîşan kir ku, dixwazin Tirkiyeyê veguherînin welatekî ku mirov êdî nikaribe lê bijî û got, ji bo "Erê" tu sedemeke jinan tune ye. Kebabçi, diyar kir ku Tirkiyeye yek ji wan welatên herî xweşik ê cîhanê bû, lê ji ber rêveberan êdî mirov jê direvin û got, wek jineke erebe, tiştên bi salan e tê serê jinên ereb ji bo "Na"yê têr dike. Kebabçi, dest nîşan kir ku Qanûna Bingehîn a heyî ji bo wan tu çareseriyê nayîne û got, li dijî daxwazên wan ên ji bo qanûneke bingehîn ên demokratîk dixwazin qanûneke bingehîn a çewsîner çêbikin û got, ji ber vê ew dibêje "Na". ‘NA TENÊ TÊR NAKE, LÊ...' Sercab Akdag jî, anî ziman ku daxwazên wan ên azadîxwaz û demokrasiyê hene, got ew ê ji bo pêşeroja zarokên xwe, ji bo azadiyê û ji bo dawî li şideta li dijî jinê bê bibêje "Na". Akdag, diyar kir ku, "Na" tenê ji bo çareseriya pirsgirêkan têr nake, lê belê ji bo niha gaveke girîng e. Akdag, dest nîşan kir ku di bin navê "peywira welat" de zarokên wan ji bo şer dişînin Sûriyeyê û wiha axivî: "Ji bo leşkerên me di şer de nemirin 'Na'." Akdag, anî ziman ku êdî jin nikarin di kuçeyan de bimeşin û got, ji bo azadiya jinan ew dibêje "Na". ‘TU LUKSEKE JINAN A KU BIBÊJIN 'ERÊ' TUNE YE' Aylin Yuksel, dest nîşan kir ku di civaka nêrzatiyê de ya ji ber polîtîkayên cudaparêz ên li dijî jinan rojê 3 jin tên qetilkirin û got, ew ê li dijî van polîtîkayên cudaparêz bibêje "Na". Yuksel, diyar kir ku pêdivî bi qanûneke bingehîn a hemû derdoran di xwe de dihebîne heye û got, tu lukseke jinan a ku bibêje "Erê" tune ye. Yuksel wiha domand: "Divê jin bêtir dengê xwe derxînin û kampanyaya 'Na'yê bêtir bi rê ve bibin."