Peyamên referandûmê yên jinên amedî 2017-03-31 09:32:39 AMED - Jinên amedî, yên nêrîn û fikra xwe ya der barê referandûmê de bi awayekî kurt vegotin, diyar kirin ku ew ê ji qanûnan bingehîn a ku wan nahesibîne re bibêjin "Na". Jinên amedî der barê referandûma 16'ê Nîsanê de bi kurtûkurmancî nêrîn û fikrên xwe beyan kirin. Jinan ev peyam dan: Esma Goçturk: “Ji bo hemû raye nekevin destê Serokomar Erdogan 'Na'" Muhsine Burakmak: Ji bo ziman û çanda min "Na" Fatma Alparslan: Ji bo azadiya zarokên me yên di girtîgehan de "Na" Dilşa Burakmak: Ji bo dawî li şer û mirinan bê "Na" Vahide Kaya: Ji bo aştiyê "Na" Asya Açan: Ji bo Tirkiyey teslîmî kesekî tenê neyê kirin "Na" Nilgun Unlu: Li dijî pergala heyî "Na" Sevda Gulen: Ji Qanûna Bingehîn a jina nahesibîne re "Na" Newroz Sumbul: Ji bo pêşeroja zaroka min "Na" Duygu Bayram: Ji bo azadiya jinan "Na", "jin jiyan azadî" Nuriye Aka: Êdî bese ji zilma mêr-dewletê ya li ser jinan, "Na" Rozerin Haran: Ji bo ciwan û zarok neyên kuştin û ji bo pêşerojê "Na" Necla Polat: Ji bo welat ji aliyê serokomar tenê ve neyê birêvebirin û li dijî newekheviya jin û mêran "Na" Esra Dalkiliç: Ji bo kesên li Cizîrê hatin şewitandin û qetilkirin, ji bo em bi roja mecbûr nemînin ku cesedê zarokên xwe di sarincan de veşêrin "Na" Ronahi Karagoz: Li dijî rêveberiya yekzilamî "Na".