Hesabên bankayê yê VAKAD'e hat desteserkirin 2016-11-27 14:48:53 WAN- Hesabên bankayê û pirtûkaneya VAKAD'ê ya bi KHK'ê ve hatibû girtin hatin desteserkirin. Li Komeleya Jinê ya Wanê (VAKAD) a ku bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê (KHK) ve hate girtin ji aliyê memûrên maliyeyê ve hejmartina tiştan hat kirin. Piştî hejmartinê hesabên bankayê û pîrtûkxaneya komeleyê hatin desteserkirin. Ji ber ku bêyî agahiya rêveberên komeleyê hejmartin hat kirin tiştên taybet ên aydî rêveberên komeleyê jî hatin xespkirin. Ji aktîvîstên komeleyê Munevver Olmez diyar kir ku bêyî agahiya wan hejmartin hatiye kirin û bal kişand li ser pêkanîna nehiqûqî. Olmez anî ziman ku tiştên wan ê şexsî jî hatine desteserkirin û wiha axivî: "Tekane tiştê ku me dikir têkoşîna li dijî şîdeta li hemberî jinan bû. Gelek tiştên me yên şexsî û pîrtûkxaneya me li hundir ma. Dîsa hesabê me yê ji bo lêçûnên komeleyê bi kar dianî jî nikarin bi kar bînin. Ji ber ku nikarin ji hesabê xwe pere bikişînin kireya komeleyê, faturayên telefonê jî nikarin bidin." Olmez got ku ji bo tiştên xwe yên taybet daxwazname dane walîtiyê lê encam negirtine û ew ê li dijî vî nehiqûqiyê têkoşîna hiqûqî bidin meşandin.