Jinên kurd: Rojbûna Ocalan hebûna me ye 2017-04-01 09:06:15 AMED - Jinên kurd, 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pîroz kirin û wiha gotin: "Rojbûna wî hebûna jinên kurd e." Dê îsal 68'emîn rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê pîrozkirin. Wek her salê dê îsal jî di 4'ê Nîsanê de li gundê Amarayê yê Ocalan lê ji dayik bûye, rojbûna wî bi girseyî bê pîrozkirin û meş bê lidarxistin. Jinên kurd behsa wateya 4'ê Nîsanê kirin û diyar kirin ku 4'ê Nîsanê wek roja hebûna wan e. DÊ LI HER DERÊ AMEDÊ BÊ PÎROZKIRIN Dê wek her salê îsal jî bi pêşengiya jinên kurd 4'ê Nîsanê bi qasî hefteyekê li gelek deverên Amedê bê pîrozkirin. Dê li Sûrê jin bi kincên xwe yên gelêrî gulan li gel belav bikin. Her wiha dê li navçeya Rezan, Sûr û Peyasê jî paset bên jêkirin. Dê li gundan ji bo Ocalan dar bên çandin. ‘ROJBÛNA OCALAN HEBÛNA JINA YE' Hevseroka DBP'a Rezanê Arzu Karaman, rojbûna Ocalan pîroz kir û got, bi hêviya ku 4'ê Nîsana îsal bibe wesîleya azadiya wî. Karaman, anî ziman ku 4'ê Nîsanê ji bo jinên kurd zaf watedar e û wiha axivî: "Rojbûna Ocalan, rojbûna jinên kurd e. Çimkî jinên gelekî kole hişyar kir. Heke îro jinên kurd bi berxwedan û destkeftiyên xwe mînak bin, ev bi saya Ocalan e. Em ê weke jinên kurd her tim ji bo azadiya wî bitêkoşin." ‘ÖCALAN’I HANGİ SÖZLE ANLATSAK YARIM KALIR’ Ayşen Kanuşzengin jî rojbûna Ocalan pîroz kur û anî ziman ku, Ocalan bi perspektîfên xwe rê li ber têkoşîna jinan vekir û wiha got: "Ocalan tenê ne ji bo jinên kurd, ji bo hemû jinên cîhanê têdikoşe. Em têkoşîna Ocalan a ji bo jinan çi qasî vebêjin jî dê kêm be. Ocalan ji bo jinên kurd kesekî girîng e." Kanuşzengin, bang li hemû jinan kir da beşdarî çalakiyên ji bo rojbûna Ocalan tên lidarxistin bibin. 'BI TECRÎDÊ DIXWAZIN VÎNA GEL HEPS BIKIN' Ayhan Ateş jî diyar kir ku, 4'ê Nîsanê rojbûna gelê kurd û jinên kurd e û got, li cîhanê tekane pêşeng Ocalan e ku doza azadiya jinan dike. Ateş, balê kişand tecrîda li ser Ocalan û wiha got: "Bi tecrîdê dixwazin vîna gelê kurd hepis bikin. Em tecrîdê nas nakin. Ocalan di nava 4 dîwaran de be jî ruh û mêjiyê me li gel wî ye. Nikarin ramanên me tecrîd bikin." ‘BILA HEMÛ JIN BERÊ XWE BIDIN AMARAYÊ' Hatice Makas, anî ziman ku Ocalan jinên kurd vejandiye û wiha axivî: "Me bi felsefeya Ocalan xwe dît. Heke ne ji felsefeya wî bûna, niha em wek koleyan dijiyan. Zehmet e ku mirov wî vebêje. Heta ku Ocalan azad nebe, em jî azad nabin. Em bi felsefeya wî mezin bûn û bi felsefeya wî dijîn." Makas, bang li hemû jinan kir da berê xwe bidin Amarayê.