Her çi qas mêr li dij derketin jî jinên gund bi ser ketin 2017-04-02 09:01:13 BÛRSA - Jinên gundê Atlasê, bi avakirina Komeleya Piştevaniya Jinan a Gundê Atlasê berên xwezayî hildiberînin û li bazaran difiroşin. Elmas Topçu, diyar kir ku dema wan ewil komele ava kiriye, mêr li dijî vê derketine û got, bi demê re ew ji der heqê hemû zor û zehmetiyan de derketine. Jinên li gundê Atlasê yê girêdayî navçeya Niluferê ya Bûrsayê, berên xwezayî hildiberînin û bi riya Komeleya Piştevaniya Jinan a Gundê Atlasê wan difiroşin. Li malê ava bacana, rîçal û rişteyan çêdikin û li bazara Îhsaniyeyê difiroşin. Bi dahata van beran piştevaniya aboriya malê dikin. Jin gezokên ku ji çiyayan berhev dikin jî tevlî rişteyan dikin û difirişon û bi vî awayî berên xwezayî digihînin mirovan. Ji avakarên komeleyê Elmas Topçu ya nan hildiberîne, 38 sal berê dema dizewice li vî gundî bi cih dibe. Topçu, anî ziman ku dema ew ewil hatiye gund, heta ku jin çarşef li xwe nekiranan nikaribûn derkevin nava gund û wiha got: "Li cihê ku ez jê hatim tiştekî wisa tune bû. Dema ewil ez hatim zaf tengijîm. Lê min li ber xwe da û bi ser ketim. Êdî li gund em jin xwedî gotin in." Topçu ya bi salan e ji gund derneketiye û karê çandiniyê û malê dike, anî ziman ku ew her tiştên xwe bi awayekî xwezayî hildberînin û kedeke zêde didin. Topçi, anî ziman ku nanê ku ew çêdikin bi temamî xwezayî ye, tiştekî tevlî nakin û wiha vegot: "Em êvarê havênê nan çêdikin. Bêyî em tiştekî tevlî bikin, em êvarî tevlî dikin da hilê. Piştî hevîr hiltê, em dixin teştê û paşê di firinan de nanê xwe çêdikin. Nanê me heta mehekê jî di sarinca de dikare bimîne û tê xwarin." 'MÊR LI DIJÎ AVAKIRINA KOMLEYÊ DERKETIN' Topçu, da zanîn ku dema wan ewil komele ava kiriye ji keyayê gund bigire hemû mêr li dijî avakirina komeleyê derketine û got, lê bi demê re ew ji derheqê hemû zor û zehmetiyan derketine. Topçu, anî ziman ku wek destpêk firinek tenê di bin banê komeleyê de hebû, lê wan paşê 2 firinên din jî çêkirine û wiha domand: "Kesên ji derve tên nanê me dikirin, zaf diecibînin û vî nanî tewsiyeyî hawirdora xwe jî dikin. Me jî bi vî awayî dest bi kar kir. Me nanê xwe dixwar, lê me nizanibû tahma wî ewqas xweş e." ‘ME XWE BI XWE QEZENC KIR' Topçu, diyar kir ku Komeleya Piştevaniya Jinan a Gundê Atlasê bi ked û piştevaniya jinên gund hatiye avakirin û got, hemû tiştên hildiberînin xwezayî ne. Topçu wiha axivî: "Niha em bi piştevaniya jinan xwe bi xwe pereyên xwe qezenc dikin. Êdî em ji mêran re nabêjin 'ka pereyê bazarê bidin me'." 'EM LI BENDA PIŞTEVANIYA JINAN Û KOMELEYÊN DIN IN' Topçu wiha domand: "Em bi riya komeleyê berên xwe didin bazara Îhsaniyeyê. Lê ev têr nake. Pêdiviya me bi qadên din jî heye. Em di vî warî de li benda piştevaniya jinan û komeleyên din in."