16 hêzên leşkerî yên jin encama komcivînê aşkere kir 2017-04-04 11:24:12 NAVENDA NÛÇEYAN - Encamnameya komcivîna ‘Jin û Parastin’ê ya li Kobanî hate lidarxistin bi daxuyaniyeke çapemeniyê hat aşkerekirin. Ji bo xweparastina jinan biryarên girîng hatin girtin. Di encama Komcivîna Jin û Parastinê de ji bo mekanîzmeyake parastina jin ya hevpar were avakirin dê dest bi xebatan were kirin, her wiha di nava QSD`ê de jin xwe birêxistin bike û Akademiyên parastina Cewherî werin zêdekirin. 16 HÊZÊN LEŞKERÎ YÊN JIN BEŞDARÎ CIVÎNÊ BIBIN Komcivîna Jin û Parastin ku bi dirûşemeya “Hêza jin a azad misogeriya civaka azad e” li Kantona Kobanê hat lidarxistin. 160 delegeyên ku nûnertiya 16 hêzên leşkerî yên jinan dikin tevlî komcivînê bûn û hinek saziyên dîtir jî weke mêvan tevlî bûn. Komcivîn 2 rojan berdewam kir û di komcivînê de mijarên girîng hatin nirxandin. Hemû hêzên beşdarî komcivînê bûne, bi al û sembolên xwe, heta Girê Miştenûr cihê ku Arîn Mîrkan lê jiyana xwe ji dest dabû meşiyan û daxuyaniya encamnameya komciînê li vir hate xwendin. Daxuyanî bi zimanê Kurdî ji aliyê Fermandara YPJ`ê Dîcle Qamişlo ve û bi zimanê Erebî ji aliyê fermandara QSD`ê Roj Ereb ve hat xwendin.Di daxuyaniyê de hat gotin ku ji bo mekanîzmeyake parastina jin ya hevpar werê avakirin divê xebat were destpêkirin, her wiha di nava artêşa Federasyona Demokratik a Bakurê Sûriyê QSD`ê de rêxistinkirina xweser giranî were dayîn, rêxistinbûyîna parastina jin ya Rqqa, Minbic, Şehba û Derezorê werin bihêzkirin û pêşxistin. KOMCIVÎN BI TEVLÊBÛNA 160 DELEGEYAN PÊK HAT Di destpêka daxuyaniyê derbarêe hêzên ku beşdarî komcivînê bibûn agahî wiha hat dayîn: “Komcivîna me di dîroka navbera 2-3 nîsanê de bi duruşmaya ‘heza jin ya azad mîsogeriya civaka azad’e’, bi tevlîbûyina 160 delegeyên ji YPJ, YJA-Star, YJŞ,-YPS-Jin, QSD, Hêza Jin ya Bet-Nahrîn, MLKP-KKÖ, TKPML-TİKKO, Hêza Parastina Jin a Şehba, Meclîsa Leşkerî ya Minbic, Meclîsa Reqqa, Parastina Jin, Yekîneyên Antî Teror(YAT), KBD-Hêza Asayişa Jin, Hêzên Antî Teror (HAT), hatiya lidarxistin. Kongra-Star û Rêveberiya Xweser jî wek mêvan beşdar bûne. Her wiha ji derve da jî Berpirsîyarê Peşmergeyê Jin yê YNK, Meclîsa Bilind ya Amazix, Berpirsîyarê Peşmergê Komalên û Demokrat jî tevlîbûyina wan bi awayekî pêk hat.” Di berdewamiya daxuyaniyê de derbarê şerê cîhanê yê sêyemîn ku li herêma Rojhilata Navîn diqewimê û jin dê çawa parastina xwe ya cewherî bike ev tişt hat gotin: "Di herêma me de şerê cîhanê yê sêyemîn ku tê jîyankirin ji dîroka gelan re, çanda wê re, xwezaya wê re, taybetî ji ûnsûra sereke ya civaka jin re dîsa li hember zaroka jî qirkirine ke peşdikevê ye. Bi spartina hişmendîya desthiladarîya zilam ve hêzên hegemon yên navnetewî, hêzên paşverû yê heremê di kesayeta jin da bi giştî li hember civakê şerekî her alide hevgirtî dimeşînê. Li hember van êrîşa erka me ya mirovahî ya herî bingehîn parastina civakê, jinê, çandê, axê û dîrokê ye. Ev sedema me ya jîyanê ye." GELÊ TÊKOŞÎNA AZADÎ Û DEMOKRASIYÊ MEŞANDIN HER DEM RASTÎ ÊRÎŞAN HATINE Li hemberî polîtîka înkar û imhayê ya sîstema desthilatdar têkoşîna jin û parastina cewherî yek ji xalên girîng ên daxuyaniyê ye û di mijara asta rêxistinkirina jin a parastina cewherî wiha hat gotin: "Ji dîroka mirovahîyê em pir baş zanin ku gelê ji bo azadîyê û demokrasîyê têkoşîn meşandine herdem beramberî êrîşên pir alî yê pergala dewletperestî, desthiladarî û hişmendîya zayanparezî re rû bi rû mane. Polîtîkaya înkar û imha ya li hemberê gele kurd daimî bû ye û li hember sûryanî, ermenî, çerkez, tûrkmen û tevahî gel û beşên şoreşger demokratik re jî qirkirina çandî û fizîkî hatîya peşxistin. İro bi saya her hêzên ku enîya xweda têkoşîn û berxwedanî bi berfirehî peşxistîye em hatine merheleyekî girîng. Di serîda çar parçeyên kurdîstan de û berfirehîya Rojhilata Navîn de vîn û rêxistinbûna parastina cewherî di astekî girîng de derketiye holê. Li hember faşîzma tarî û kesk enîya berxwedana gelan mezin bûye û bûye hêza têkoşîna bi rêxistinkirî. Tevgera Azadiya Kurd têkoşîna azadî û demokrasîye da wek hêza herî dînamîk herî bi rêxistinkirî bûye hêza pêşeng. Li derdora wê rêxistin û hêza parastina jin avabûye, her ku çuye peşketî ye bi hêz bûye û civakî bû ye." Di berdewamiya daxuyaniyê de encamên ku di komcivînê de derketine wiha ne:"Di bingeha jina azad û demokratik pêşxistinê de, xebatên parastina rewa û parastina cewherî bi feraseta ku di cîhanê de, wê ji bo hemû jinên hatine bindestkirin bibe rêka rizgarkirinê, herwiha bi armanca hîn zêde hevparbûn û ezmûnê xwe parvekirine re komcivina jin û parastinê kû kombû ye, astek girîng yê nîqaş û biryardarîyek xurt derxistîye holê. ESASÊ ENCAMNAMEYÊ WIHA YE 1- Di serî da xeta berxwedanîya dîrokî ya kû Rêber APO li zindana îmralî pêşxistîye û dîsa tevahî zindana li hember faşîzmê çalakîyên girêva birçibûyinê yê kû hatîna destpêkirin em silav dikin. Di serî da ji bo azadîya Rêber APO û girtiyên sîyasî têkoşînê radîkalkirin û dayimî kirinê esas digrin. 2- Li hember hêza faşist, milîtarîst ya paşverû hegemonîk kû bi xwe lutkeya hişmendîya zilam îfade dikê, feraseta parastina rêwa ya jin rêxistinbûyina wê û biryardarîya wê pêşxistinê esas digrin. Di vê bingehe de ji bo mekanîmeyake parastina jin ya hevpar werê avakirin xebata vê xistina rojeva xwe û çûyina gavên şênber. 3- Li kuderê û kîjan jinê re êrîşeke kû hebê bi nasnekirina sînorên kû zilam û dewlet jin re datîne re, di cihê pewîst de mafê parastina rêwa heta dawî bikaranîn û beramber van rêxitinbûyina parastina hevpar pêşxistin û ev daîmîkirin. 4- Bi prensîba Bizane, Xwe Bipareze, ji tevahî jinan re zanabûna parastina cewherî û rêxistinbûyina wê dayîn, her wiha div ê bingehe da di bînya xweserîya her rêxistinê de akademîyên parastina cewherî zêdekirin û xebatên perwerdê di vê bingehê de rêxistinkirin û pêşxistin. 5- Di qada parastina rêwa û parastina cewherîde destkeftîyên kû jin bi destxistîye hevparkirin, di wateya parvekirina ezmunan da zemîn û rêxistinbûyinên hevpar pêşxistin. 6- Di nava artêşa, federasyona demokratik a bakurê Surîye QSD de rêxistinkirina xweser re giranî dayîn, rêxistinbûyina parastina jin ya Rakka, Mimbic, Şehba û Derezorê pêşxistin û bi hêzkirin. 7- Pêngava Rakka û Tebqa ya kû hatîya destpêkirin bi taybet ji bo jinên Ezidî, Ereb û turkmen yê destê DAÎŞ de ne ji bo rizgarkirina wan xurt tevlî pêngavê bûyin 8- Ji bo feraseta parastina cewherî ya jin û parastina rêwa hîn zêde were bihêzkirin, xebatên bi vî awayî di asta navnetewî de pêşxistin û her wiha li herderê cîhanê jinên kû li ber xwe didin xwe diparêzin re li ser tekilîyên kû daîmî bibe piştgirîyekî hevpar pêşxistin."