TJA: Em di 13'ê Nîsanêde li her derê bêjin 'Na' 2017-04-09 15:17:23 AMED - Tevgera Jinên Azad (TJA) têkildarî referanduma 16'ê Nîsanê bang li hemû jinan kir û xwest bi hişyariya “Jin bi hevre dibêjin Na" di 13'ê Nîsanê de li tevahiya Tirkiye û Kurdistanê bêjin Na" Tevgera Jinên Azad (TJA), têkildarî referanduma 16'ê nîsanê bang li hemû jinan kir û xwest bi hişyariya "Jin bi hevre dibêjin Na" di 13'ê Nisanê de li tevahiya Tirkiye û Kurdistanê bêjin Na" û dengê xwe bilind bikin. TJA bi daxuyaniya nivîskî ji hemû jinan xwest ku li dijî dagirkerî, metîngerî, bindestî û zordestiya li ser jinan dengê xwe bilnd bikin. TJA'ê anî ziman ku jin bi bawerî, coş û kelecanek mezin xebaten "Na" dimeşine û wiha got: "Kampanya erê hemû derfetên dewlete bi kar tîne. Hemû erkdarên dewletê di xizmeta erê dene. Li aliyê din li dijî "Na" hemû astengiyan derdixin. Em dê li dijî hemû zex, zordarî û astengiyan bêjin Na. Em li dijî serdestiya zilam, bêjin "Na" Em carek din di li hemû derê dengê "Na" bilind bikin û "Na" bi rêxistin bikin. Em deskeftiyên xwe bi coş û biryarek mezin bibin referandumê û bi destê xwe "Na" bi ser bixin. Em wekî TJA bi şîara "Jin dibêjin "Na" di 13'ê Nîsanê de li tevahiya Tirkiye û Kurdistanê dengê Na bilind bikin. Em bang li hemû jinan dikin ku #Nayajinan biqîrin.