Konca: Sara Aktaş bi îdianameyên cemaetê ve hedef tê nîşandan 2016-11-29 13:47:12 ENQERE - Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê Besîme Konca têkîldarî binçavkirina endama KJA'yê Sara Aktaş wiha got: "Derewên ku biafirînin nemaye, bi îdianameyên ku cemaetê amade kiriye ve nûçeyên derew çêdikin." Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê û Parlamentera Sêrtê Besîme Konca têkîldarî binçavkirina endama Kongreya Jinên Azad (KJA) Sara Aktaş civîna çapemeniyê li dar xist. Di civîna ku li Navenda Giştî ya HDP'ê hat lidarxistin de Konca diyar kir ku ew bi manuplasyonekî cidî ve rû bi rû ne. Aktaş piştî zanîngehê tevlî xebatên têkoşîna jinê bûye di 2009'an de bi îdianameya ku ji aliyê cemaetê ve hate amadekirin hate girtin, dozgerên ku îdianame amade kirine niha hin ji wan di girtîgehê de ne, hin hatine îxraçkirin, hin ji wan jî qaçax in. Konca wiha berdewam kir: "Lê 2 roj in wekî ji yek pênûsê derketiye hemû çapemenî îdianameya doza KCK'ê parve dikin. Derewên ku biafirînin nemaye. Careke din bi derewên cemaetê ve nûçeyan çêdikin. Hinceta girtina Ayla Akat jî ya Sebahat Tuncel jî û parlamenterên me jî dosyayên ku cemaetê amade kirine. AKP êrîşên xwe yên li dijî têkoşîna azadî û demokrasiyê bi dosyayên cemaetê ve datîne pêşiya civakê. Em vê qebûl nakin." 'ALAATTÎN AGAR Ê KU DERDIXIN CNN TURK'Ê KÎ YE' Konca saziyên çapemeniyê yên ku Aktaş weke "berpirsyarê KCK'ê yê Tirkiyeyê" nîşan didin bi taybetî jî CNN Turk rexne kir û pirsa "kesê bi navê Alaattîn Agar ê ku wekî pisporê terorê derdixin bernameyê kî ye" kir û anî ziman ku CNN Turk bi vî helwesta xwe ve rola bernameya "Anadoludan Gorunum" a di salên 90'an de bi cih tîne. Konca anî ziman ku Aktaş di nîsana 2014'an de derketiye salek û nîv e li derve ye xebatên KJA'yê dimeşîne û wiha berdewam kir: "Sara hevaleke me ya xebatên têkoşîna azadiyê dide meşandin e. Ger ji vir dixwazin têkîliyên KCK'ê yên bi hêzên global hîn bibin ev tê wateya ku evqaz neçar in. Me ev derew li Cizîr û Nisêbînê jî dît. Dayika Taybet qetilkirin û cenazeyê wê 8 rojan li kolanê hiştin. Gotin terorîs e. Li Torbaliyê cenazeyekî gerîlayekî derxistin û CNN Turk'ê ev yekî berteka gel nîşan da Ev şermek e. Faşîzm tehamulî zindî û miriyên kurdan nake." Konca wiha axivî: "Hevala me Sara bi nasnameya saxte nediçû Almanyayê. Malbata wê li Ewropayê ye. Li Amedê îkameta wê heye. Ji Îdirê dihat Stenbolê. Ma kîjan pasaporta sexte hatiye girtin. Li Îdirê wesayîta wê tê rawestandin, li balafirgeha Îdirê nasnameya wê dinêrin. Dibêjin nav tevlihev bûye û berdidin. Li balafirê siwar dibe. Dema ku li Stenbolê ji balafirê peya dibe tê binçavkirin. Di nava saetekî de çapameniya hewzê îdianameya 2009'an parve dike." Konca got ku li Tirkiyeyê jinên ku xebatên têkoşîna azadiyê didin bi zanebûn tên girtin hevala wan jî ji ber vê yekê hatiye binçavkirin. Konca xwest Aktaş bê berdan.