‘Platforma Rojnamgerên Jin a Mezopotamyayê dê bibe dengê me' 2017-05-04 09:07:58 AMED - Rojnamgerên jin, Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê ya di 3'ê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê de hat avakirin nirxandin. Rojnamegerên jin ên ku armanc û mebesta platformê nirxandin, anîn ziman ku di nêvengeke şer û çewsîner de avakirina platformê zaf girîng e. Rojnamgeran xwest ku hemû jin daxilî platformê bibin. Rojnamgerên jin ên ku di ajansên nûçeyan, radyo û TV'yên bi KHK'yan hatin girtin de dixebitîn û niha piraniya wan jê betal in, Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê ava kirin. Yek ji armanca sereke ya platformê, ew e ku piştevaniya bi jinan rojnameger re xurt bike, pirsgirêkên wan bi dengekî bilind ragihîne raya giştî ya cîhanê û bibe dengê hemû derdorên civakê. Rojnamegerên jin ên ku armanc û mebesta platformê nirxandin, anîn ziman ku di nêvengeke şer û çewsîner de avakirina platformê zaf girîng e. Rojnamgeran xwest ku hemû jin daxilî platformê bibin. ‘DI NÊVENGEKE ŞER Û ÇEWISÎNERÎ DE PLATFORM XWEDÎ GIRÎNGIYEKE MEZIN E' Edîtora Rojname Şûjinê Guler Can, anî ziman ku rojnamegerî wek "karekî mêran" lanseyî civakê hatiye kirin û got ku, ew wek jinên rojnamger li dijî vê ferasetê têdikoşin. Can wiha axivî: "Di nêvenga şer û çewisandinan de, vê platforma ku jinan ava kir zaf girîng e." ‘DIVÊ PIŞTEVANIYA HEV BIKIN' Can, bi bîr xist ku rojnamger ji ber pîşeya xwe û nûçeyên xwe tên çewisandin û li Tirkiyeyê gelek rojnamger girtîne. Can wiha domand: "Ev çewisandin jî nîşan didin ku, ka li Tirkiyeyê azadiya çapemeniyê di asteke çawa de ye. Bi OHAL'ê re li dijî qadên jinan çewisandin zêde bûn. Bi vê re, gelek saziyên jinan hatin girtin. Bi taybetî jî li herêmê destkeftiyên jinan hatin binpêkirin. Ev jî nîşan dide ku, ka jin rastî cudaparêziyeke çawa tên. Bi vê platformê re, divê em bi jinên li saziyên jinan ên hatin girtin re bi piştevaniyî tevbigerin." ‘EM Ê BI VÊ PLATFORMÊ RE DENGÊ JINAN RAGIHÎNIN' Can, îşaret pê kir ku ew ê li hemû qadên jiyanê cudaparêziyên ku jin rastî wê tên tînin ziman û ji bo vê têdikoşin. Can wiha axivî: "Wek jinên rojnamger, me ev cudaparêziya ku em rastî wê tên vegot û em ê ji bo vê bitêkoşin. Her wiha em ê bi platformê re cudaparêzî û çewisandinên ku jinên rojnamger rastî wê tên tevî hemû jinan vebêjin û em ê vî dengî ragihînin." ‘DÊ NÊRÎNA JINÊ BI PÊŞ VE BIXE' Edîtora Rojnameya Rojeva Medyayê Ferah Kiliç jî, dest nîşan kir ku li nêvengeke ku çewisandinên li ser çapemeniya azad zêde dibin û jin tune tên hesibandin, avakirina platformeke wisa zaf girîng e. Kiliç, îşaret pê kir ku di her serdemê de jin ji aliyê pergalê ve tên astengkirin û dixwazin wan hepsî malê bikin. Kiliç wiha domand: "Bi avakirina platforma rojnamegerên jin, dê feraseta jinê ya di warê çareserkirina pirgirêkên xwe de pêş ve bixe û dê di nûçegîhaniya rasteqîn de vîna jinê peyde bike. Li gel hemû çewisandin û astengiyan jî, wek jinan em ê tu carî pes nekin. Em ê mafên xwe biparêzin û em ê tim bibin dengê jinê." ‘EM BI TÊKOŞÎNEKE HEVPAR PLATFORMÊ XURT BIKIN' Edîtora Kurdî ya 1HaberVar'ê Gulistan Korban jî, ragihand ku li Tirkiyeyê ev tekane platforme ku ji aliyê jinên rojnamger ve tê avakirin û wiha got: "Em deng û rengê jinê ne. Em ê bi vê platformê dengê jinê ragihînin cîhanê. Li vir tenê ne dengê jina kurd, em dixwazin bibin dengê hemû jinên li Tirkiye û cîhanê. Ji ber vê yekê, banga me ji bo hemû jinan ew e ku, em bi têkoşîneke hevpar vê platformê xurtir bikin."