Xebatên 25 salan kirin pirtûk! 2016-12-02 09:15:42 STENBOL - Bi munasebeta salvegera damezirandina 25'emîn a Weqfa Stargeha Jinê ya Mor Çati pirtûka bi navê "Bi piştevaniya femînîst 25 sal" a ku encama xebata kolektîf û femînist e derket pêşberî xwendevanan. Weqfa Stargeha Jinê ya Mor Çati bi munasebeta 25 salvegera damezirandina xwe pirtîka bi navê "Bi piştevaniya femînîst 25 sal" di şeva danasînê ya di 30'ê kanûnê de derket pêşberî xwendevanên xwe. Pirtûk ji 8 beşan pêk tê û xetên 9 jinan heye. Di pirtûkê de beşên bi navê "Têkoşîna li dijî şîdeta li hemberî jinan û Mor Çati", "Ji Mor Çatiyê piştevanî girtin" "Tecrubeyên Stargehan" "Li dijî şîdeta zilam têkoşîn" "Sererastkirinên qanûnî yên nû" cih idgirin û şahidbûnên jinên ku ked dane Mor Çatiyê cih digirin, belge, afîş û kupurên rojnameyan hene. DÎROKA 25 SALAN A MOR ÇATIYÊ RONÎ DIKE Edîtorên pirtûkê Berna Ekal û Ulget Tayli yên bi salan li Mor Çatiyê xebitîne û redaksiyon jî Yasemîn Temîzarabaci ye. Pirtûk tenê 25 salên Mor Çati ronî nake di heman demê de dîroka femînîst jî ronî dike, taybetiyekî pirtûkê ya bi vî rengî heye. Yasemîn Temîzarabaci qala naveroka pirtûkê ji me re kir. 'ENCAMA XEBATA KOLEKTÎF E' Temîzarabaci diyar kir ku dîroka Mor Çati ji diroka jinê mirov nikare cuda bifikire û pirtûk jî di encama tecrubeyên wan ê 25 salan derketiye holê û encama piştevaniya femînist derketiye holê. Temîzarabaci wiha axivî: "Dema ku pirtûkê dixwînin tişta ku dide hiskirin çîroka piştevaniyê û xurtbûnê ye. Hem jinên ku dixwazin jiyanekî dûrî şîdetê bijîn hatine Mor Çatiyê xurt bûne hem jî jinên li Mor Çatiyê jî çawa xurt bûne mirov dibe şahidê vê yekê." Temîzarabaci destnîşan kir ku pirtûka ku bi keda sedan jinan hatiye amadekirin ji bo têkoşînê hêzê û hêviyê dide. Temîzarabaci bilêv kir ku yên dixwazin xwe bigihînin pirtûkê an ji Weqfa Stargehê ya Jinê Mor Çati yan jî ji navnîşana morcati@morcati.org.tr xwe bigihînin. Ji edîtorê pirtûkê Ulfet Tayli jî girtina komeleyên jinan ên ku bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de hatiye girtin bi bîrxist û got ku pirtûk di van rojan de hatiye amadekirin. Tayli wiha got: "Ev riya ku me dev ji gotinên xwe bernedaye, li dijî şîdetê daxwaza xwe ya aştiyê dubare kirin, bi şertên OHAL'ê re têkoşîn kirin, gotina xwe ya femînîst kirin û banga piştevaniyê ye."