Parlamenterên Sirbistan û Kosova: Bila wekîlên HDP'ê bên berdan 2017-05-14 13:28:05 STENBOL - Parlamentera Partiya Demokratîk a Sırbistanê Gordona Comic û Parlamentera Partiya Vetevendosje ya Kosava Nazlie Bala, diyar kir ku nûnerê herî baş ên gelekî jin in û xwestin parlamenterên HDP'ê yên girtî bên berdan. Parlamentera Partiya Demokratîk a Sırbistanê Gordona Comic û Parlamentera Partiya Vetevendosje ya Kosava Nazlie Bala, bal kişandin ser parlamenterên HDP'ê yên girtî û xwestin wekîlên girtî serbest bên berdan. Gordona Comic Nazlie Bala, ku li Kosava u Sirbistanê dedemek dirêj li welatên xwe tekoşîna azadiya gelan dan, bal kişandin ser tundiya li Tirkiye li ser jinan pêş dikeve. Parlamentera Sirbistanê Comic, diyar kir ku ger bêyî heq û hiqûqê mafê jinan ji destê wan bê girtin dê şaşî û xerabiyen mezin bi xwe re bîne û wiha got: "Wekî hin civakên din li Tirkiye jî li dijî parlamenetran êrîş hene. Hikûmet parlamenterên jin wekî welatiyên normal dibîne. Gîrtîgeh ne ji bo girtîgehan in. Girtina parlamenteran dê encamên xerab bi xwe re bîne. Mafê azadiya rexne û azadiya ramanê ya parlamenteran heye. Parlamenter vînagelê xwe ne. Divê parlamenter dengê gelê xwe bin. Ger ku hiqûq parlamenteran neparêze, wê demê hûn li gorî kesên ji rêzê dên rêvebirinû îdarekirin. Her kesên ku li dijî fikra hikûmetê bin divê neyên girtin û mafê wan ê hiqûqî neyê binpêkirin. XELATA HERÎ MEZIN A HIKÛMETÊ REXNE YE Comic, da zanîn ku ji bo hikûmetekê xelata herî mezin û bi qîmet rexne ye û wiha got: “Ger ku hikûmet ji hiş û fikrê bitirse, ger ku hikûmet ji daxuyanî û çalakiyan bitirse û ji rojnamegeran bitirese û wan bigire, ev ji bo pêşerojê pirsgirêkê e. " 'JI BO DÎSÎPLÎNÊ HIQÛQ ŞERT E' Comîş, da zanîn ku parlamenter wekî mirovekî azad xwedê mafe ku rêveberiyê rexne bike û divê rexneyên wan li ber çavan bê girtin û wiha got: “Ger ku rêveberek hebe û rexneyek hebe wê demê divê kêfa xwe bînin. Ger ku hûn muxalifan bigirin wê demê kesê behsa we bike û kesê we rast bike nabe. Kes behsa şaşî û neheqiyên we nake. Her kes dê ji we bitirse. Dê îtîata we bike. Îteat û xulamtî ne karekî demokratîk e. Li dijî demokrasiyê ye. Divê her kes karibe asad bi axive." 'DIVÊ JIN BÊTIR DENGÊ XWE BILIND BIKIN' Parlamentera Kosava Bala jî bal kişand ser girtina parlamenterên HDP'ê yên jin û wiha got: “Ger ku em behsa jinan bikin tu qîmetê ew li ku ne tune. Ez bawer dikim ku ew ji bo mafên mirovan biparêzin têdikoşin. Ew ji bo heq, hiqûq, mafê wekheviyî û azadiya raman û xebatê têdikoşin. Ne hêsan nemirov bibe polîtîkavan. Bi taybetî ji bo parlamenterên kurd ên jin ên niha girtî ne ev bêtir zor û zahmet e. Divê gelê kurd û tirk hemû li dijî vê girtina dijhiqûqî dengê xwe bilind bike. Divê tu kes li hemberî vê girtinê bêdeng nemînin. Ez baş nizanim ew çima girtî ne. Lê sedem çi dibe bila bibe, ev kes polîtakavan in. Xuya ye ku ji ber sedemên polîtîk hatine girtin. Ger ku ez îro bêjim ne polîtîkavan im ez dê derew bikim. Ger ku ez siyasetmedar bim, ez di nava partiyê an li dervê partiyê, wekîl an newekîl zêde ne girîng e. Ez bang li hemû jinan dikim ku ji bo wekîlên girtî bên berhdan divê hemû dengê xwe bêtir bilind bikin. JIN NÛNERÊ GEL ÊN HERÎ BAŞ IN Bala, da zanîn ku jin nûnerê herî baş û sadiq ên civakê û gelan in û wiha gotinên xwe bi dawî kir: "Ger ku mijar parlamentera jin be, ji kîjan partiyê hatiye, ji kijan bawerî û fikrê hatiye û bi kijan zimanî di axive ne pir girîne. Berî her tiştî nasnameya wê ya jinê girîng e. Em dizanin ku îro tenê mêr polîtîkayê dike. Lê di rastiyê de yên herî zêde bi gel re sadiq û polîtîkaya rast ji bo gelê xwe û civaka xwe dikin jin in. Ji ber ku jin nûnera herî baş a gelê xwe ye. Em ji bo parastina mafên jinan radibin ser piyan û rabin ser piyan."