TJA: Kefaleta tecawizî nabe, em di 17'ê gulanê de li Êlihê ne 2017-05-15 13:10:45 AMED- TJA, KCD, DBP û HDP dê bi slogana "kefaleta tecawizê nabe. Tecawiz nayê kirîn" dê li hemberî bûyera îstismara zayendî ya li Êlihê di 17'ê gulanê de li bajar çalakî li dar bixe. Tevgera Jinên Azad (TJA), têkîldarî bûyera îstimarê ya mi Êlihê ku zaroka 14 salî ya bi navê G. a ku bi mehan bi îstismarê re rû bi rû hate hiştin û piştre jî bi zorê fuhuş pê hatine kirin daxuyaniyekî nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat gotin ku îstismar û fuhuşa ku bi awayekî sîstematîk hatiye kirin nîşan dide ku organîsazyonekî mezin a fuhuşê heye. Di daxuyaniyê de hat gotin ku zilamên ku di bûyera îstimarê de cih girtine ji ber nasnameya siyasî û hêza sermayeyê bi kefaletê hatine berdan û ev yek jî nîşan dide ku bûyer wehîmtir e û wiha hate gotin: "Ji bo li ser vî rastiyê bê girtin têkil darî dosyayê biryara veşarîbûnê hatiye dayîn. Biryarên darazê dema ku mijar dibe jinên kurd û zarok tam dijberiya jinan xwe dide der." DI 17'ê GULANÊ DE LI ÊLIHÊ ÇALAKÎ Di berdewama daxuyaniyê de ev bangawazî hat kirin: "Em vî hemwestê ji dozên N.Ç. û Sêrtê dizanin. Li dijî vê zilmê ji bo piştevaniya jinên Êlihê û têkoşîna keçên xwe yên ku rastî tecawizê tên bidomînin, îtirazî biryara darazê ya ku tecawizkaran diparêze bikin wekî KCD, HDP û DBP, hevparên saziyên jinan ên hatine girtin di 17'ê gulanê de bi slogana 'kefaleta tecawizê nabe. Tecawiz nayê kirîn' li Êlihê bin. Em bang li hevgerên jinê yê Tirkiyeyê û komên femînîst dikin û ji bo çalakiya xwe dixwînin."