Aktivîsta jin a sirbistanî Dordevic: Çareserî ragihandin û parvekirin e 2017-05-16 09:13:06 STENBOL - Aktîvîsta Jin a Sirbistanê û endama rêxistina "Qada Jinan" Vesna Dordevic, diyar kir ku ew texmîn dike ku gelek tişt hatine serê jinên Tirkiyeyê û wiha got: "Ji bo em pêşerojek bi tenduristî û ewle hava bikin berî her tiştî rûqalîbûna paşerojê û parvekirin girîng e." Endama "Qada Jiyan" û aktîvîsta Sirbistanê Vesna Dordevic ku ji bo dîtina Tirkiye hatin Tirkiye, diyar kir ku heta çend sal berê di parlamentoya wan de wekîla jin tune bû û wiha got: "Di encama têkoşînê de îro di parlamentoyê de jin hene. Jina jin di nava siyasetê de cih digirin. Tevlêbûna jinan a siyasetê û cihgirtina jinan a parlamentoyê destkefityên gelek mezin in. Parlamenterên mêr nikare mafê jinan biparêze. Jin li parlamentoyê ji bo parastina mafê jinê têdikoşe. Jin li parlamentoyê ji bo mafê bingehîn ê jinê têdikoşe. Niha SOS heye. Tişta ku em tenê dikin em alîkariyê didin jinan. Em mafê wan diparêzin. Ji ber ku jin hin caran tenê dixwazin bên guhdarkirin. ‘ARMANC EM BANDORÊ LI SER HIKÛMETÊ BIKIN' Dordevic, anî ziman ku armanca wan a li meclîsê ewe ku bandorê li ser hikûmetê bikin û li meclîsê mafê jinan biparêzin. Dordevic, anî ziman ku ew di mijada jinê de dixwazin bandorê li ser hikûmetê bikin û ji bo jinên mexdûr alîkariyê bistinin mijarek krîtîk e. Li Sirbîstanê dadgehên jinan ên bi dozê jinan eleqeder dibin jî hene. Di şerê salên 1990’an de jin bûn mexdûrê şer û îstîsmarê. Ev pirsgirêk li van dadgehan hatin çareserkirin. Ev dadgeh li vir sembolîk bûn. Ji ber ku jinan serpêhatiyên xwe li dadgehên din venedigotin. Divê bi rastî jin bi awayekî ewle bên darizandin. Divê karibin di nava ewlehiyê de xwe îfade bikin. Di şer de herî zêde jin dikevin bin bandorê. Jin ji bo piştî şer travmayê derbas bikin divê qat bên avakirin. Em dizanin ku li Tirkiye gelek tişt tên serê jinan. Tiştên li balkanan pêk tên li vir jî pêk tên. Em texmîn dikin ku jinên kurd û tirk pir tişt bi serê wan de hatine. Çaresrî divê rûqaliya paşerojê hebe. Disa divê parvekirin û şêwirmendi hebe. Divê ragihandin xurt be."