Gilî kir, ji aliyê hevserê xwe ve hat kuştin 2017-05-16 15:02:38 ÎZMÎR - Li Dîkîliyê jina bi navê Işik Îkîzoglu bi hinceta derp û gefan derbarê hevjînê xwe yê berê Yahya Cengîz Kuçuk de serlêdana sûc kir, lê hêjî saet serde neçûn ji aliyê Kuçuk ve hat kuştin. Li navçeya Dîkîliya Îzmîrê jina bi navê Işik Îkîzoglu (32) ji aliyê hevjînê xwe yê berê Yahya Cengîz Kuçuk (58) ku beriya 3 mehan derbarê wî de biryara “durxistinê” hatibû dayîn ve hat qetilkirin. Îkîzoglu duh li ser daxwaza Kuçuk li Îzmîrê li kafeyekê hevdîtin pêk anî û piştî nîqaşên di navbera wan de Îkîzoglu çû qereqolê û serlêdana sûc kir. Îkîzoglu diyar kir ku Kuçuk ew derp kiriye gef lê xwarine û Îkîzoglu birin Saziya Tiba Edlî û rapora “derp tune” dane. Îkîzoglu piştÎ vegeriya malê hêjî li ser serlêdana sûc saet derbas nebûbûn, ji aliyê Kuçuk ve li mala xw eya li Sîteya Duygu ya li Dîkîliyê ye hat qetilkirin. Koma polîs û tendirûsitiyê yên sewqî cihê bûyerê kirin cenazeye Îkîzoglu rakirin Saziya Tiba Edlî. Kuçuk ê hat binçavkirin birin Midûryeta Polîsan a Dîkîliyê. Kuçuk piştî karên li vir sewqî dadgehê hat kirin. DI 6 ROJAN DE 4 JINAN JIYANA XWE JI DEST DA Li bajar ji 11’ê Gulanê were Safiye K. Nurcan Çakar a hat îdîakirin ku xwe întîxar kiriye, Neşe Karaça ya di şerê zilamanda bi çekê hat kuştin û bi Işık Îkîzoglu re 4 jin hatin qetilkirin.