Jinên sînoran nas nakin qada piştevaniyê ava dikin 2016-12-03 09:02:54 STENBOL - Koma Jinên Sînornenas a ji bo cihêtî û şideta ku jinên penaber ên li Tirkiye rastî wan tên bidin xuyakirin û polîtîkayan biafirînin hat avakirin, bi derbasbûyîna sînoran qada piştevaniyê xurtir dikin û ji bo li jinan tenêtî peyda nebe, zend û bend badan. Koma Jinên Sînornenas a Piştevaniya Bi Jinên Penaber Re ku di sala 2012'an de ji bo cihêtî û şideta ku jinên penaber ên li Tirkiyeyê rastî wan tên xuyangtir bikin û di vê qadê de polîtîkayan biafirînin hat avakirin, ji bo jinên ji neçarî terka welatên xwe kirin wek qadeke girîng a piştevaniyê tê zanîn. Di vê tora ku gelek rêxistinên jinan di nav cih digirin de, 200 jin yekser xebatan dimeşînin û hema bêje li her deverên Tirkiyeyê bi awayekî piştevaniyî li gel jinên penaber cih digirin. Mebesta sereke ya vê komê ew e ku, binpêkirina mafan a jinên penaber û koçber ên ku ji ber sedemên cuda hatine Tirkiyeyê ji holê rabike. Kom pêşaniyê dide jinên ku wek “Jinên bêkaxez" tên tarîfkirin û ji tu mekanîzmayeke piştevaniyê sûdê wernagirin û her wiha kom, bi Komeleya Welatiyên Helsînkî, Asîa Ewûrope Meetîng (ASEM) re jî di têkiliyê de ye. Navê “Koma Jinên Sînornenas" jî li ser fikrê ku, jin li kuderê cîhanê dibin bila bin, divê qethiyen sînor ji bo wan neyên girtin hatiye dayîn. Ev tor ji bo pirsigirêkên bingehîn ên jinên penaber ên wek; kedxwarî, tacîza zayendî û şidetê çareseriyan diafirîne û her wiha bi rêya rêxistinên navnetewî re pêdiviyên jinan ên wek zexîre, kinc û hêwirgehê jî bi cih tîne. Me der barê xebatên Koma Jinên Sînornenas de bi Gulrihan Dînç re axivî. LI DIJÎ BINPÊKIRINA MAFAN ÇALAKÎ JÎ TÊN LIDARXISTIN Dînç dest nîşan kir ku, ew ne navendeke şêwirmendiyê ne û wiha behsa xebatên xwe kir:"Em her hefte roja yekşemê li Kûmkapiyê, em dersên tirkî didin jinên ûgandayî û senegalî. Ev 3 sal e em vê bê bedêl didomînin. Jinên li Zeytînbûrnû, Beyazitê dixebîtin zêde rastî tacîzan dihatin. Kardêr quncikeke atolyeyên xwe dikirin odeyeke girtî û wek odeya tacîzê bi kar dianîn. Ji jinan danezan dihatin û me li wê herêmê got, 'li vê kargehê tacîz heye' û belavok belav kirin û çalakî li dar xistin. Li navendên paşveşandinê jî gelek binpêkirinên mafan pêk dihatin. Zêde gilî hatin. Me li ber Navenda Paşveşandinê ya Kûmkapiyê çalakî li dar xist. Çimkî em ancax wisa dikarin dengê xwe ragihînin." ‘GELEK KES LI ME VEDIGERIN' Dînç got, bi jinên ku ew piştevaniya wan dikin re dostaniyeke wan î pir xweşik heye û dema vedigerin welatên xwe ew jin li wan vedigerin û anî ziman ku, wan piştevaniya jinê bes ji bo tiştekî bidin wan an jî bikin ava nekirine. Dînç diyar kir ku, divê pêşanî ya jina ku ji şer reviyeye be û divê rastî cihêtiyekê neyê. Dînç anî ziman ku, ji ber wek jineke kurd ew bi salan rastî çewisandin û şidetê hatine, wan baş fêm dikin. Dînç wiha axivî:"Li vî welatî tu çi dibî bibe, heke tu biyanî bî û bi heman zimanî neaxivî, tu zêdetir rastî êrîşan têyî. Jinên ji bo xwendinê, ji bo xebatê hatine yan jî koç kirine, hemû rastî pirsgirêkên mezin tên. Em difikirin ku, divê ev ji bingehê ve bê çareserkirin. Peymana Stenbolê, jinên penaber jî dihebîne. Mafê wan heye ku ji vê peymanê sûdê werbigirin, lê tu saziyeke fermî vê naxe meriyetê." ‘JIN LI TU DERÎ NE BI TENÊ NE' Dînç diyar kir ku, jinên dixwazin xwe bigihînin wan dikarin bi rêya Facebookê yan navnîşana maîlê xwe bigihînin wan û herî dawî wiha bang kir:"Jin li tu derî ne bi tenê ne. Ji bo em bi hev re deng der bixin, diqîrin. Bila ew biqîrin, em ê bibihîsin."