Jinan ji Êlihê bang kir: Li dijî îstîsmaran parastina rewa têxin dewrê 2017-05-17 17:11:08 ÊLIH - Gelek saziyên jinan ji Amedê hatin Êlihê û bûyera îstîsmara li dijî zarokan û fihûşê şermezar kirin. Ji bo bûyer bê ronîkirin jinan rayedar hişyar kirin û bang li gelê Êlihê kirin ku li dijî îstîsmaran parastina rewa bixin dewrê. Hevparên Tevgera Jinên Azad (TJA), ji bo bûyera îstîsmara zayendî ya li dijî zaroka bi navê G. a 14 salî şermezar bikin li ber avahiya HDP’a Êlihê hatin cem hev û xwestin heta Kolana Hunerê bimeşin. Lê polîsan bi hinceta OHAL’ê destûr neda meşe. Her wiha polîsan bi gotina “Daxuyaniya hûn didin derveyî qanûnê ye. Em ê derbarê we hemûyan de serlêdana sûc bikin” gef li jinan xwarin. Parlamenterên HDP’ê Saddet Becereklî, Mîzgîn Irgat, Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, Serokwekîla Hevserokên DBP’ê Gulcîhan Şîmşek, endamên Platforama KESK’a Amedê, Meclîsa Dayîkên Aştiyê, endamên Meclîsa Jinan a DÎK’ê, hevserokên HDP û DBP’ên Amedê û gelek aktîvîstên TJA’yê tevlî daxuyaniyê bûn. ‘ÎSTÎSMAR HAT KIRÎN’ Aktîvîsta TJA’yê Fatma Kaşan daxuyanî xwend û diyar kir ku ew bi bûyera îstîsmara tirsnak re rû bi rû ne, li Êlihê zarok keç rastî îstîsmara zayendî tên. Kaşan, da zanîn ku ji ber li ser dosyayê biryara veşartî heye, ew nikarin agahiyan bigirin û wiha got: “Hebûna biryara veşartî astendin derdixîne holê. Tê îdîakirin ku zilamên îstîsmara zayendî pêkanîne hatine berdan. Ev îdîa nîşan dike ku îstîsmara zayendî bi pere hatiye kirîn. Em dixwazin Wezareta Dadê û Wezareta Karên Hundir van îdîayan ronî bikin û dixwazin zilamên îstîsmar pêk anîne bên girtin. Em ê şopdarên bûyerê bin.” ‘DIVÊ ÊLIH PARASTINA REWA BIXIN DEWRÊ’ Kaşan, bang li gelê Êlihê kir û wiha axivî: “Ger wekî ku tê îdîakirin komek çeteyan heye divê hemû kes li taxa xwe parastina rewa bixe dewrê, zarokên xwe biparêzin û destûr nedin îstîsmaran. Divê gelê Êlihê li dijî îstîsmaran parastina rewa bixin dewrê.” Daxuyanî bi tîlîlî, dirûşme û çalakiya rûniştinê ya 5 deqeyan bi dawî bû.