Stargeha jinan kirin qada pîknîkê 2017-05-26 15:45:21 MÊRSÎN - MAYA-DER a bal kişand li ser polîtîkayên qeyûmê ku tayînî Şaredariya Akdenîzê hatiye kirin, diyar kir ku stargeha jinan aku deriyê wî hatiye kilîtkirin bûye qada pîknîkê. Komeleya Piştevanî, Alîkarî, Lêkolînê ya Çand û Perwerdehiyê Maya (MAYA-DER) ji bo balê bikişîne li ser polîtîkayên qeyûmê ku taşînî Şaredariya Akdenîzê ya Mêrsînê hat kirin li Komeleya Yedîrenkê civîna çapemeniyê li dar xist. Endamên Platforma Jinê ya Mêrsînê beşdarî civînê bûn. Endama Platforma Jinê Gonca Ocakçi diyar kir ku tayînkirina qeyûman li dijî gelek madeyên Qanûna Bingehîn, Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) û Şerta Xweseriyê ya Rêveberiyên Herêmî ya Ewropayê yê. 'QEYÛM MUDAXALEYÎ ÎRADEYA JINÊ KIRIYE' Ocakçi destnîşan kir ku hedefa esasî ya qeyûm jin û têkoşîna jinê ye û wiha berdewam kir: "Li Tirkiyeyê tevgerên jinan bi salên demdirêj têkoşîn dan meşan meşandin û bi bedelan ve mafên ku bi dest xistin ji aliyê qeyûm ve hatiye mudaxalekirin. Bi hinceta qeyûm ve mudaxaleyî şaredariyan hatiye kirin û hevşaredar hatine girtin." Ocakçi da zanîn ku qeyûmê ku tayînî Şaredariya Akdenîzê hatiye kirin ewil mudaxaleyî navendên jinan û stargehan kiriye û gelek ji betal hatine hiştin ûwiha got: "Jinên ku dixebitin betal hatin hiştin. Bi van polîtîkayan ve hem jinên ku şîdetî dibînin hem jî jinên ku li dijî şîdetê têdikoşin hatin mexdûrkirin." 'STARGEHA JINAN KIRIN QADA PÎKNÎKÊ' Ocakçi pêkanînên qeyûmê Şaredariya Akdenîzê Hamdî Bîlge Aktaş wiha anî ziman: * Stargeha jinê ya ku platforma me jî di nava pêvajoya vekirinê de cih girt bi biryara şexsî ya qeyûm ve hate girtin. Stargeha ku hate girtin îro bûye qada pîknîkê ya xebatkarên şaredariyê. * Xebatkarên girêdayî Midûriyeta Jinê ya şaredariyê bêyî ku parvekirina agahiyan nebe sirgûnê cihên durî malên xwe hatine kirin. * Dîsa gelek xebatkar di çarçoveya lêpirsîna ewlehiyê de bi hinceta 'têkîliya bi rêxistinê' bêyî delîl bê nîşandan ji kar hatin derxistin. * Li navenda ku jinên rastî şîdetê tên bi cin dibin gelet xebatkarên zilam hatin peywirdarkirin, pêvajoyên hestewarî yên jinan nehatiye hesibandin. * Kesên ku tayînî Midûriyeta Jinan hatine kirin bi uslubekî şîdetê nêzîkî xebatkarên jin dibin dibin û şîdeta psîkolojîk pêk tînin. * Navenda Şewirmendiyê ya Jinê ya ÎŞTAR a Şaredariya Akdenîzê ku şopdarê dozên îstasmarên li dijî jin û zarokan bû bi hinceta "rayeya we tuneye" ji aliyê qeyûm ve hate girtin. * Li dijî jinên ku beşên cuda yên şaredariyê dixebitin şîdet zêde bûye, jinên ku li dijî vê yekê derdikevin jî ji kar avêtinê tên tehdîdkirin.