Li vê kooperatîfê jin hîmê cîhaneke nû davêjin 2017-05-27 09:04:47 ÎZMÎR - Li Bayindirê 12 kooperatîfên ku mêran ew avakirin, piştî demekê bê erk man. Lê belê "Kooperatîfa Pêşvebirina Çandiniyê û Berên Xwezayî" ya ku bi 7 jinan dest pê kir û niha bi 97 jinan riya xwe didomîne, cîhaneke cuda berpêşî jinan dike. Li navçeya Bayindir a Îzmîrê, di Nîsana 2016'an de "Kooperatîfa Pêşvebirina Çandiniyê û Berên Xwezayî" ya ku bi 7 jinan dest pê kir, niha bi 97 jinan riya xwe didomîne. Ewil jinan bi hilberandina rişte, zebzeyên hişk û ava firingiyan dest bi kar kir. Lê belê piştî demekê rûnê zeytê, rîçal, hunguv û gelek berên organîk hilberandin û li gel vê xewlî, karên sîxikê jî dikin. Jinan mebesta kooperatîfê vegot. TEVÎ JINAN CÎHANEKE DIN MUMKUN E Serokê Lijneya Rêveberiya Kooperatîfê Nuray Sesli, diyar kir ku wan xwestiye ku bêyî tunekirina xwezayê hilberandineke xwezayî nîşan bidin. Sesli, anî ziman ku ji bo ew xwe bigihînin jinan û wan daxilî aboriyê bikin ew têdikoşin. Seslî, dest nîşan kir ku bi vî awayî jin dubare xwe digihînin kuçeyan û jiyanê û careke din azadiya xwe bi dest dixin. HEM HILBERANDIN HEM PERWERDEHÎ Sesli a ku got "Em perwerdehiya mafên jinan, keda jinê, mafên zarokan didin" diyar kir ku, ew perwerdehiya mêşvanî û gubreyê kompost jî didin jinan. Sesli, da zanîn ku di dawiya perwerdehiyê de ew li gor derfetên xwe di warê aborî de jî alîkariya jinan dikin. Sesli, anî ziman ku ji bo jin di her qadên jiyanê de azadiya xwe bi dest bixin ew têdikoşin û wiha got: "Mînak, piştî perwerdehiya mêşvaniyê me 2 kewarên tije û 2 kewarên vala dan jinên ku bi temamî beşdarî perwerdehiyê bûn. Bi saya vê niha 117 jin mêşvaniyê dikin." Sesli, da zanîn ku li Bayindirê mêran 12 kooperatîf ava kiribûn, lê belê hemû têk çûn û wiha axivî: "Li Bayindirê jin tim gavekê li paş in. Lê belê jin tim hilberîner in, her tim kedê didin. Ji ber vê ye ku mêr têk çûn, lê me di salekê de her tiştê ku wan digot nepêkan e kir." JIYANEKE XWEZAYÎ Yeşime Gelin jî anî ziman ku ji ber ku ew li gund dijî bi kestane, gûz, hunguv û berên heywanî piştevaniya kooperatîfê dike. Gelin, dest nîşan kir ku ji roja ku ew tevlî kooperatîfê bûye heta niha wê azadiya xwe ya aborî bi dest xistiye. Gelin, diyar kir ku wan jiyaneke xwezayî ava kiriye û divê jin ji malê derkevin û pêşengiya hilberîneriyê bikin. Ovgu Pişkiner jî diyar kir ku piştevaniya jinê û jiyana bi jinê ji derheqê hemû pirsgirêkan derdikeve û ji bo jinan dibe alîkar.