Jin di 3'yê hezîranê de derdikevin kolanan 2017-05-31 12:01:44 STENBOL - Koma Pêşîlêgirtina Lezgîn a li Dijî Kuştinên Jinan bang li hemû jinan kir xwest di 3'yê Hezîranê ya ku jinên Arjantînê li dijî şîdeta zilam û îktidar û daraza ku şîdeta zilam rewa dike dibêjin "Na" hemû jin dakevin kolanan. Koma Pêşîlêgirtina Lezgîn a li Dijî Kuştinên Jinan bang li hemû jinan kir xwest di 3'yê Hezîranê ya ku jinên Arjantînê li dijî şîdeta zilam û îktidar û daraza ku şîdeta zilam rewa dike dibêjin "Na" hemû jin saet di 18.00'an de bi slogana "Em jin azadî û jiyanê dixwazin" li ber Operaya Sureyya ya Kadikoya Stenbolê bên cem hev. Di banga jinan de wiha hate gotin: "Em di pêvajoyekî wisa de ne, li Tirkiyeyê û cihanê erd diheje. Ya ku duh rast bû îro dibe derew, hemû tişt tên guhertin lê şîdeta li hemberî jinan zêdetir dibe û didome. Pêşiya kuştinên li dijî jinan nayê girtin, wehşet rojane dibe û normal dibe. Jinên ku rastî tecawîzê tên, zarokên tên îstismarkirin jinên ku dixwazin ji zilaman veqetin bi awayekî sîstematîk an bi çekê yan bi kêrê, yan bi dînamîtê hin caran jî bi çakuç tên qetilkirin. Yek ji van jî tesaduf nîne. Encama polîtîkaya sîstematîk û bi îstikrar e. Îstikrar a ku 16 sal in di her hevokê de wekî pesndayînê tê ser ziman jî ev e. Her roj di şîdeta zilaman de jinek tê kuştin bi destê qanûnê pêşiya vî şîdetê tê vekirin. Em weke Koma Pêşîlêgirtina Lezgîn a li Dijî Kuştinên Jinan ji bo li dijî van polîtîkayan derkevin li kolanan bin. Wekî ku jinên Arjantînê dibêjin, bi isyana xwe ve em ê li kolanan bin. Em bang li hemû jinan dikin di 3'yê hezîranê de li kolanan bin."