TJA: Li her derê cihanê jin li dijî desthilatdariyê di çalakiyê de ne 2017-06-03 14:44:08 AMED - TJA'yê di çarçoveya biryara çalakiyê ya ji aliyê Meşa Jinê ya Cihanê girtiye de daxuyanî da, diyar kir ku ew li dijî desthilatdariyê li der herê cihanê di çalakiyê de ne. Tevgera Jinên Azad (TJA), di çarçoveya biryara çalakiyê ya Meşa Jinê ya Cihanê girtiye ya "piştevaniya femînst" de li ber rêxistina DBP'ê ya Peyasa Amedê daxuyanî da. Di çalakiyê di pantartên kurdî, tirkî û îngilizî ya li ser "Heta hemû jin azad bin em ê bimeşin" hate vekirin. Endama TJA'yê Sultan Şakar axivî û diyar kir ku ew tehakuma li dijî îrade û bedama jinê qebûl nakin û dê nekin. Şakar anî ziman ku di şer de bi hezaran mirov hatine kuştin, bajar hatine xirakirin û xwest zimanê kîn û nifrînê ya di nava civakê de hatiye afirandin bi dawî bibe. 'MUXATABÊ AŞTIYÊ OCALAN E' Şakar diyar kir ku di çaraserkirina pirsgirêka kurd de muxatab Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e û bal kişand tecrîda li ser Ocalan. Şakar got ku tecrîd hiqûqî û mirovane nîne. Şakar herî dawî wiha got: "Em li her derê cihanê li dijî feraseta desthilatdar a xizan. betal dike ya mîlîtarîst û zordar in. Heta ku hemû jin azad bibin em ê bimeşin."