Polîsan ji jina rastî êrîşê hat re got: Di nava xwe de çareser bikin 2017-06-07 11:39:04 STENBOL - Jina bi navê A.T. a ku li Taksîmê ji aliyê hevalê xwe re rastî lêdanê hat, diyar kir ku dema ji kesê êrîşar direviya çûye nokteya polîsan a li wir bû lê polîdan jêre gotiye “Di navbera xwe de çareser bikin.” Hat îdîakirin ku E.K. roja Înê li Taksîma Stenbolê ku kafeya wî heye êrîşî hevala xwe A.T. kiriye. Piştî nîqaşa li nava kafeye A.T. diyar kir ku E.K. êrîşê wê kiriye û wiha got: “Bi dehan caran ez li dîwar xistim. Stuyê min girt û givaşt. Ez avêtim derve. Ez li nêzê kafeyê li gel du kesên 40-45 salî ku hevjînên hev bûn rûniştim. Wan alîkariya min kiirn. Piştre ji bo em li hev bên ez carekdin birim kafeye. Mlê E.K. ew jî derxistin û hewl da li wan jî bixe. POLÎS: DI NAVA XWE DE ÇARESER BIKIN A.T. da zanîn ku piştî E.K. kesên xwestin alîkariyê bidin jî derxistin hat gel wê gef lê xwar û wiha pêde çû: “Kesên li kafe rûniştibûn ketin navberê. Ez birim ser maseyek din. Piştre E.K. carekdin êrîşî min kir. Serê min girt û di dîwar xist. Çend caran lêxist nayê bîra min. Ez di nava xwînê de mam. Piştî ez ji destê wî rizgar bûm min nekarî xwe bigirim û ji kafê derketim derve. Lê E.K. dov min de hat. Ez reviyam nokteya polîsan û min alîkarî xwest, di wê navberê de jî E.K. hat cem polîsan. Min ji polîsan re got ez derpkirime. Piştre min got E.K. bigirin û heta ez diçim bernedin. Polîsan E.K. girtin lê ligel ku min got ez hatime derpkirin jî titşek ne kirin. Ji min re gotin ‘di nava xwe de çareser bikin’. Piştre E.K. demekê girtin û ez jî ji wir reviyam hatim malê.” 'EZ Ê GILÎ BIKIM’ A.T. anî ziman ku hêjî bandora şîdeta ditiye ji ser xwe ne avêtiye û wiha axivî: “Bi rojane kabusan dibinim û nikarim bi tenê li malê bimînim. Ezê derbarê mijarê de serlêdana sûc bikim. Dema E.K. ev bihîst li min geriya û gefa ‘ezê li bavê te bigerim û bêjim ereqê vedixwe’ li min xwar. Dixwaze pêşiya min bigire lê çi dibe bila bibe ezê serlêdana sûc bikim.” Şahidê bûyerê, şirîkê kafeye û stranbêj Awaz Baran jî derbarê îdîayan de wiha got: “Tu eleqeya xwe tune ye. Ez kêsê ku bûyer astendkirîme û hatime derpkirin. Tu abesteke ku dê ligel bavê wê gilî bike tune ye” û pişt rast kir ku wê şevê bûyerek şîdetê hatiye jiyîn.