Yukler: Em bi rojnamegeriya xeta Jineolojiyê ji zimanê mêr pak dibin 2017-06-09 10:49:31 ENQERE - Endama Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamya û Edîtora Rojnameya Şûjin Sibel Yukler, diyar kir ku ew rojnamegeriya li ser cewher û hişmendiya jinê pêş dikeve pêş dixin û wiha got: "Em li dijî perçekirina jinê, hepiskirina jinê ya di rûpela 3'emîn a rojnameyan de yekparebûn û vîna jinê esas digirin. Em li ser bingehê jineoloji û feministê rojnamegeriya li dijî hişmendiya mêr pêş dixin. Pergala baviksalari di her qadê de mêtîngeriya jinê û xwezayê pêş dixe. Hewl dide xwezayê û vîna jinê tune bike. Dixwaze jinê texê bin kontrola xwe. Jinê di qada medya de jî wekî nesne dide xuyakirin. Di medya serdest û hawiz de geşedan û nûçeyên der barê jinan de di rûpela 3'emîn de tên bisînorkirin û wekî nûçeyên magazin tên dayîn. Nûçeyên der barê jinan de bi zimanê mêr û nerîna mêr tên nivîsandin û dîtin. Endama Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamya û Edîtora Rojnameya Şûjin Sibel Yukler, diyar kir ku ew rojnamegeriya li ser cewher û hişmendiya jinê pêş dikeve pêş dixin û wiha got: "Di saziyên medya de zimanê mêr serdest e. Di ziman û cewher de tunekirin û nedîtin heye. Ziman li ser bingehê mêtîngeriyê pêş dikeve. Bandora siyaset û civakê jî li ser vî zimanî heye. Pergala baviksalarî çavkaniya xwe ji mêtîngerî, talankirin, wêrankirin, kuştin û serdestiyê digire. Ev yek bandora xwe li ser zimanê medya jî dike. Bi taybeti di nûçeyên cînayetên jinan de ev zimanê baviksalarî zêde derdikeve pêş. Bê guman tenê bi vê yekê ne sînordar e." 'NEDÎTINA JINÊ NERÎNA MÊR E' Yukler, anî ziman ku di medya de zimanê serdest zimanê baviksalarî û mêr e. Ev ziman tenê bi nûçeyên cînayetên jinan ne sînordar e. Di nûçeyan de jin nayê ditin. Dema tê ditin jî wekî ên din û kêm tê dîtin. Bi nerîna mêr tê dîtin. Sedema serdestiya zimanê mêr a di medya de pergala baviksalari ye. Cîhana pergala baviksalar bandora xwe li ser zimanê medya û hişê medya jî dike. Medya serdest, bêtir jinê di rûpela 3'emin de dibîne û wekî nûçeyên megazîn dide. Pergala baviksalarî bandora xwe li ser zimanê medya jî dike. Medya kuştina jinê wekî tiştekî asayî û ji rêzê dibîne. Dîsa di talankirina xwezayê de jî zimanê mêr û baviksalar serdest e. " 'ERKA BIRYARÊ MÊR BE PIRSGIRÊK E' Yukler, anî ziman ku di qada medya de erk û rayeya biryarê di destê mêr de ye û ji ber vê yekê ziman û nerîna mêr serdest e. Bêtir nûçegîhan û edîtor jin in. Lê midûrê nûçeyan, gerînendeyên giştî yên weşanê û nivîskar mêr in. Ziman û nerîn dikeve însafa midûr û gerînendeyên giştî yên mêr. Di medya muxalif de jî zimanê rojnamegeriyê xwe ji zimanê mêr û nerîna mêr zirgar nekiriye. Hêj bandora zimanê mêr xwe nîşan dide. Medya hawiz û serdest çawa nêzî cînayetên jinan, îstîsmarên zayendî dibe, weşanên medya alternatif jî hêj xwe ji tesîra zimanê mêr rizgar nekiriye. Di nûçeyê tuştin û tundiyê de dema bi kêrê tê kuştin, wêneyê kêrê didin. Çawa jin hatiye kuştin, çawa rastî îstîsmarê hatiye bi awayekî fireh dê tayîn. Di medya de bêtir bi yek alî metnê nûçeyan tên amadekirin. Em di nûçeyên yekalî de hincetên faîl dixwînin û guhdar dikin. Tundî û hinceta tundiyê tê vegotin. Rêgeza mahremiyetê tê binpêkirin. Vegotina şekl û şemalê tundiyê bêtir civakê jî dikişîne nava tundiyê u sewkî tundiyê dike." EM LI SER BINGEHÊ JÎNEOLOJÎ ROJNAMEGERIYÊ PÊŞ DIXIN Yukler, anî ziman ku li dijî vî zimanê mêr û serdestiya baviksalar zimanê alternatif pêş dixin û wiha berdewam kir: "Em hewl didin ku rojnamegeriya jinê ji nûve ava bikin û pêş bixin. Em li ser esas û bingehê bîrdoziya jineolojiyê zimanê nûçe û rojnamegeriyê pêş dixin. Jin bi tecrûbe û serhevdiyên hezaran salan rêya xwe berdewam dikin. Şîfabûna jinan, rê û rêbazên tib û şîfayê yên jinan encama serhevdiyê hezaran salan e. Mêr van huner û serkeftinên jinê ji bo xwe wekî talûke dibîne û piştî demekê dest bi êrîşa destkeftî û serhevdiyê jinan dikin. Li ser deka jinan dagirkeriyê dikin. Bîrdoziya Jineolojiyê jî li dijî perçekirin, mêtîngerî, kedxwarî, dagirkerî û tundiya liser jinê zanistiya yekparebûna jinê ye. Em jî li ser bingehê jineoloji û feministê nûçegîhan û rojnamegeriyê dikin. " ‘ROJNAMEGERIYA JINÊ DÊ HIŞÊ NÛ AVA BIKE' Yukler, anî ziman ku ew li dijî ditina jinan a di rûpela 3'yemîn a rojnameyan de û nûçeyên zimanê mêr ku jinê perçe dikin û nabînin, hewl didin ku jinê wekpare bigirin dest û wiha got: "Em li dijî perçekirina jinê, hepiskirina jinê ya di rûpela 3'emîn a rojnameyan de yekparebûn û vîna jinê esas digirin. Em li ser bingehê jineoloji û feministê rojnamegeriya li dijî hişmendiya mêr pêş dixin. 'SERHILDANA LI DIJÎ ÇANDA SERDESTIYA MÊR E' Yukler, bilêv kir ku rojnamegeriya jinê serhildana li dijî çanda serdestiya zimanê mêr e û wiha bi dawî kir: "Di rojnamegeriya jinê de jêr û zor erk tune ye. Ked heye. Jinê di her qadê jiyanê de dibîne u digire dest. Di her qadê ku jin nayê dîtin de vîna jinê derdixe pêş û cih dide jinê. Di hemû qad û bûyeran de cih dide jinê. Li kolanan, kargeriyan û hemû qadên cuda cih dide nerîna jinê, fikrên jinê. Di hemû qadan de nasnameya jinê derdixe pêş. Jina siyasetmedar di medya serdest de ji nasnameya wê zêdetir dayikbûna wê derdixe pêş. Her jinek û nasnameyek wê heye. Rojnamegeriya jin hewl dide ku jina di nava qaliban û zimanê serdest de hatiye hepiskirin dîsa derxe ser ruyê erdê."