Ji 18 dozan di 5 dozan de cezayê mêr hat kêmkirin 2017-06-11 09:32:12 ÎZMÎR - Ji ber sûcên şîdetê yên li dijî jinan di 3 mehên destpêkê yên sala 2017'an de, ji 18 dozan di 5'an de ji zilamê sûcdar re bi hinceta "halê baş" û "tehrîka bêmaf" kêmkirina ceza hat dayîn, ji 2 dozan jî bersûc hatin berdan û jinan diyar kir ku biryar lê li pêşiya şîdetê vedike. Li Tirkiyeyê ku di bûyerên şîdet û cînayetên jinan de di cîhanê de rêza 13'yan de ye, ji zilamên li dijî jinan şîdet, cînayet, êrîş û tacîzê pêktînin re bi hinceta "halê baş" û "tehrîka bêmaf" kêmkirina ceza tê dayîn û bi vê yekê pêşî li bêcezakirinê tê vekirin. Li gorî daneyên Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin, di 5 mehên destpêkê yên sala 2017'an de li Tirkiyeyê "cînayetên jinan, şîdeta zayendî, îstîsmara zarokan, birîndariya sivik, îstîsmara zayendî, gef, darp, êrîşa zayendî, bûna sedema mirinê, ber bi întîxarê ve birin, şîdet û gel ber bi kîn û nefretê birin û êrîşa fîzîkî" bi girşî 108 doz hatin şopandin. Dîsan li gorî daneyan di dozên meha Çile, Sibat û Adarê hatin dîtin de 18 doz bi biryarê bi dawî bûn ji van dozan di 5'an de ji zilamê sûcdar re bi hinceta "halê baş" û "tehrîka bêmaf" cezayê kêmkirinê hat dayîn. 'KÊMKIRINA CEZA RÊ LI BER CÎNAYETAN VEDIKE' Nûnera Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin a Îzmîrê Sanem Denîz Kural, diyar kir ku piştî li tirkiyeyê pêvajoya OHAL'ê hat îlankirin sûcên li dijî jinan zêde bûne û wiha got: "Sûcên tên kirin jî êdî hatiye halê 'tabloya wehşetê'. Me li dijî kêmkirina ceza ya darazê rêbazên têkoşînê afirandine. Me demekê pêşiya kêmkirina cezayan girt. Lê di demên dawî de ev mijara carekdin anîne rojevê. Me beriya demek kurt doza Zelîha Kose ya ji aliyê efserkî ve hat qetilkirin şopand. Dozger 'kêmkirina ji ber tehrîka bêmaf' xwest. Wekî hincet jî 'aliyê din çêr ji bersûc re kiriye' nîşanda. Ji vê kujerên din jî mînak digirin. Ev pêşî li cînayetan nagire, berovajî wê gavên pêşî li cînayetan vedike tên avêtin." ‘QANÛNA PARASTINÊ NAYÊ PÊKANÎN' Kural, da zanîn ku divê daraz gavên ku qanûna cezakirinê biguhere, pêşî li cînayetên jinan bigire bi avêje û wiha pêde çû: "Qanûn bi hejmara 6284 a Qanûna Pêşî lêgirtina Şîdeta li Dijî Jinan û Parastina Malbatê ya bi têkoşîna jinan hatiye bidest xistin nayê pêkanîn." Berdevka Meclîsa Jinên Sosyalîst (SKM) Berîtan Altun bi bîrxist ku di doza xweparastina jinan a rewa ya Nevîn Yildirim de cezayê herî giran hat dayîn û wiha domand: "Dema sûcdar zilam be dema sûcê li dijî jinê hatibe pêkanîn daraz dikeve nava hewldana rizgarkirinê. Dema zilamê bersûc bi cilên paqij tê dadgehê di bin navê 'halê baş' cezayê wî tê kêmkirin. Ji bo ceza nedin qatilan her tiştî dikin. Divê li dijî vê hemû jin têkoşîna yeketiyê bidin meşandin." 'DIVÊ DARAZ JIYANDINÊ BINGEH BIGIRE' Endama Tevgera Jinên Azad (TJA) Elîf Bakir, destnîşan kir ku sedema zêdebûna sûcên li dijî jinan bêcezakirina di darazê de û polîtîkayên siyasî yên hikûmetê ye û wiha axivî: "Bi destê dewletê hiqûq û dara hilweşiyaye. Li şûna li çareseriya cînayetên li dijî jinan bigerin berovajî wê pêşî li cînayetan vedikin. Em mirinê na dixwazin bidin jiyandin. Divê daraz jî jiyandinê bingeh bigire û ji bo vê pêngavekê bavêje."