Însiyatîfa jinê ji bo piştgiriyê bang kir 2017-06-16 10:29:48 NAVENDA NÛÇEYAN - Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanan ji ber gotinên xwe yên wekî "Jin çawa bixwaze bijî dê wisa bijî, mêr nikarin biryara der barê jinê de bidin" hatibû girtin. Însiyatîfa Têkoşîna Jinê Nayê Darizandin ji bo beşdarbûna dozê bang kir û wiha got: "Dem ew dem e divê em xwedî li hevrêyên xwe derkevin." Însiyatîfa Têkoşîna Jinê Nayê Darizandin, ji bo piştgiriyê bide doza Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanan, bang li tevahiya jinan kir û aşkera kir ku dê di 20'ê Hezîranê de li Malatyayê doz bê dîtin û xwest hemû jin xwedî li vê berxwedanê derkevin. Metna bi sernavê "Têkoşîna jinê tê darizandin" de, hat gotin ku di vê dema ku Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sebahat Tuncel hatiye girtin, kumujiyên li dijî jinê zêde bûne de, divê li qadan deng bên bilindkirin. Di dewama metnê de tê aşkera kirin ku hemû jinên tekoşînê didin û diaxivin, gotinên wan wekî 'sûc' tê destgirtin û ev tişt hat gotin: "Ev êrîşeke li dijî destkeftiyan e. Divê jin li dijî hişmendiya mêr-darazê li ber xwe bidin û xwedî li hevrêyên xwe derkevin. Niha 36 hevşaredarên jin girtî ne, qasî 50 saziyên jinan hatin girtin. Bi rêya KHK û qeyûman tu saziyeke civakî nehiştin, cihekî ku jin ji bo parastina mafên xwe serî lê bidin tuneye. Bi vê rêyê dixwazin jinê di malê de hepis bikin." Di dawiya metnê tê gotin ku daraza mêr nikare jinê darizîne û banga piştgirî û xwedî derketinê li tevahiya jinan hat kirin.