TJA bû îmzekara kampanya 'Mafê Kurtajê' 2017-06-17 13:35:14 AMED - Tevgera Jinên Azad (TJA) bû îmzekarê kampanya "Mafê Kurtaşê" ku Ewropa Meşa Jinên Cîhanê dabû destpêkirin, TJA'yê bang li hemû jinan kir ku beşdarî çalakiyên 28'ê ÎLonê ku li tevahiya cîhanê pêk bê bibin. Tevgêra Jinên Azad (TJA), têkildarî kampanya "Mafê Kurtajê" ya ku Bejahiya Ewropa di çarçoveya Meşa Jinan a Cîhanê de dabû destpêkirin daxuyaniyek nivîskî weşand. TJA'yê di daxuyaniyê de diyar kir ku wan têkoşîna jinan a "Mafê Kurdajê" ku li Îspanya di 2014’an de û li Polanya di 2016’an de dan destpêkirin ji bo xwe mînak digirin û wiha got: "Em dixwazin mafê kurtaj û tenduristiyê yê jinan li hemû welatên Ewropa wekî mafê wekhevî û bingehîn bê qebûlkirin û naskirin. Di daxuyaniyê de der barê mafê kurtajêde wiha hat gotin: * Mafê Kurtajê maê sereke ye. * Kurtaj bijartinek tekakesî ye. Bedena min biryara min e. * Ji bo mafê Kurtajê divê çavkaniyên aboberiyê bên dayîn û temînkirin. * Divê kampanyayê zanebûna civakê li her derê bên meşandin. * Divê perwerdehiyê zayendî ji bo hemû mêr û jinan bê dayîn. *Divê têkildarî karê Kurtaj û hemû karên girêdayî wê perwerdeya zanebûnê bê dayîn. * Ji bo xebatên tenduristiyê divê hemû şertên wicdana taybet bên rakirin. * Divê dema zagonî ya kurtajê li gorî pîvanên ewropa bê diyarkirin. Saziyên îmze avêtin bin kampanya "Mafê Kurtajê" ya Ewropa wihane: Komeleya Dayikên Aştiyê, TMMOB'a Amedê ÎKK Jin, Sendîkaya Kedkarên Buro ya Giştî ya Amedê TUM BEL-SEN a Amedê Platforma Jinan a Mêrdînê Akademîya Jinan a Amedê Platforma Wekheviya Zayendî ya Civakê Şaxa Egeîtîm Sen'ê ya Mêrdîn Şaxa Tum Bel-Sen a Mêrdînê Şaxa SES'ê ya Mêrdînê TJA -Tevgêra Jinên Azad