8 meh in li kolanan xebat dikin 2017-06-23 09:06:58 WAN -Rêveber û aktivîstên VAKAD'ê ku bi KHK'ê hat girtin, li kuçe, mal û ofîsan bi jinan re tên cem hev û serlêdanên wan werdigirin. Rêveber û aktivîstên Komeleya Jinan a Wanê (VAKAD) ku 8 meh berê bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de (KHK) hat girtin, wergirtina serlêdanan didomînin. Aktivîst û rêveberên komeleyê li kuçe, mal û ofîsan bi jinan re tên cem hev û serlêdanên wan werdigirin. Seroka VAKAD'ê Songul Ozunver, balê kişand ser dema bihurî û got ku, wan gelek caran serlêdan kirine lê belê tu bersiv nehatiye dayîn. Ozunver, anî ziman ku hemû arşîvên serlêdanan li komeleya ku hat girtin mane û wiha got: "Dema biryara girtinê hat em heyirîn. Çimkî, ev komele tenê ji bo jinan hatibû avakirin. Ma dê çawa ewlehiya welat tehdît bike? Hemû tiştên me li komeleyê man. Arşîva me ya rojnameyan û arşîvên me yên serlêdanan. Pêşî me ji bo vana bi dehan daxwazname ji maseya krîzê ya di bin banê walîtiyê de hat vekirin re nivîsand. Lê belê ji bo yekê jî bersiv nehat dayîn. Her wiha me xwest em bi walî û alîgirê wî re hevdîtinê çêbikin. Me gelek faks ji serokwezîrtiyê re şandin, lê belê bersiv nehatin dayîn." ‘ME SERÎ LI DADGEHA QANÛNA BINGEHÎN DA' Ozunver, da zanîn ku piştî komele hat girtin bi 2 mehan wan serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn daye û wiha axivî: "Ji bo em VAKAD'ê bi navê wê bi paş ve bi dest bixin me li Dadgeha Qanûna Bingehîn doz vekir. A rast heta ku OHAL bidome em ne li benda encaêekê ne jî. Lê em ê wek jinan têkoşîna xwe ya huqûqî bidomînin." 'HÎN JÎ EM SERÎLÊDANÊN JINAN WERDIGIRIN' Ozunver, diyar kir ku di Nîsanê de amûrên komeleyê li dibistanan hatine belavkirin. Ozunver, got ku dê arşîva wan a ku 12 salan wan bi rêk û pêk tomar kiriye jî bê îmhakirin. Ozunver, da zanîn ku hîn jî em li kolan, kuçe, mal û kargehên ku lê dixebitin serlêdanên jinan werdigirin û wiha domand: "Wek ku ceza bidin her tişt ji destê me stendin, lê heta ku ji destê me tê em pêwendiya xwe ya bi jinan re qut nakin. Hîn jî em serlêdanên jinan werdigirin û em serlêdanan berhêlî saziyên eleqedar dikin. Her wiha hîn jî em bi jinên ku berê me piştevaniya wan dikir re hevdîtinê çêdikin. heta îro jî me piştevaniya jineke ku hevjînê wê di girtîgehê de ye û hewl dide tevî zarokên xwe jiyana xwe îdame bike kir." Ozunver, diyar kir ku ew wek aktivîstên VAKAD'ê li korîdorên edliyeyan dozên jinan dişopînin û wiha axivî: "Em hîn jî doza Dîlek Ozîster ku ji aliyê hevjînê xwe ve hat kuştin, doza 2 zarokên keç ku li Artemêtanê mamosteyên wan ew îstismar kiribûn û doza zarokên ku li Agiriyê bavê wan ew îstismar kiribûn dişopînin. Belkî bi awayekî fermî navekî me û xebateke me tune be, lê em ê wek aktivîstên jin her tim piştevaniya xwe bidomînin."